Li Hamayê şer: 25 çeteyên DAIŞ'ê, 6 leşkerên rejîmê mirin
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Hamayê kirin. Di şerê li vê derê de ji çeteyan 25, ji rejîmê jî 6 leşker mirin.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Hamayê kirin. Di şerê li vê derê de ji çeteyan 25, ji rejîmê jî 6 leşker mirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteya leşkerên rejîmê ya li bejahiya rojhilatê Hamayê kirin. Di êrîşa bi 7 êrîşkarên xwekujî re, 2 sivîlan jiyaan xwe ji dest dan, 6 leşkerên rejîmê mirin.
Di şerê piştî vê êrîşê de 25 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Gundê Tabya jî ket destê DAIŞ'ê.