Rûsyayê bomberdûmana xwe ya li Sûriyeyê sekinand

Piştî ku DYA û Rûsyayê li ser Sûriyeyê li hev kirin, duh nîvê şevê agirbest ket meriyetê. Rûsyayê da xuyakirin, ku di vê çarçoveyê de wan operasyonên xwe yên hewayî yên li hemberî hin herêman sekinandine.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê daxuyaniyek da û got, "Hêzên hewayî yên Rûs, bomberdûmana xwe ya li qada kesk a komên çekdar ên daxwaza agirbestê kirine, bi temamî sekinandiine."

Bi vê agirbestê de li beşeke Sûriyeyê, ji sala 2011'an û vir ve cara yekemîn çek bêdeng bû.

Ceyşû Îslam (Artêşa Îslam) a pişta xwe dispêre Siûdî û Tirkiyeyê da xuyakirin, ku hêzên hikûmetê bi bombeyên varîl êrîşî çeperên wan ên li rojhilatê Gûta ya li nêzî Şamê kirine. Li gorî vê komê, rejîma Şamê li vê herêmê bi pêş de diçe.

DAIŞ A PIŞTA XWE DISPÊRE TIRKIYEYÊ, ÊRÎŞÎ GIRÊ SPÎ KIR

Roja agirbest ket meriyetê, koma dijminê mirovahiyê DAIŞ a pişta xwe dispêre Tirkiyeyê êrîşî Girê Spî kir.