ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li çalakiya kon a li Brukselê qetlîama Helepçe hat protestokirin
Çalakiya kon a li paytexta Belçîka Brukselê berdewam dike, bi wesîleya 28’emîn salvegera qetlîama Helepçeyê semînerek hat lidarxistin. -
Li Edene û Colemêrgê li hember qedexeya Newrozê bertek
Komîteyên Amadekar ên Edene û Colemêrgê li hember qedexeya Newrozê nerazîbûn nîşan dan, diyar kirin ku wê Newroz bê pîrozkirin. -
Li Bûrsa, Sakarya û Mêrsînê 13 kes hatin girtin
Li Bûrsayê 8 xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê yên di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, hatin girtin. Li Sakaryayê Dogan Yoyler, li Mersînê jî 4 kes hatin girtin. -
Gelê xwest bigihêje Geverê bend danî û dest bi berxwedanê kir
Gelê ji bo şkandina dorpêça li ser Geverê ket rê, li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk bend danîn, dest bi berxwedanê kir. -
Tevî qedexeyan jî wê li qadên Stenbolê Newroz bê pîrozkirin
Serokê Komîteya Amadekar Çorlû têkîldarî qedexeya Walîtiya Stenbolê ya ji bo pîrozbahiya Newroza ku wê 20’ê Adarê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin û wê Newrozê li her qadê pîroz bikin. -
Şehîdên Helebçeyê li gelek bajaran hatin bîranîn
Bi wesîleya 16'ê Adarê salvegera komkujiyên Helebçe û Beyazitê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û şehîd hatin bîranîn. -
Li Stenbol, Qers, Bazîd û Dêrsimê Newroz hat qedexekirin
Li Stenbol û Bazîdê pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin. Li Agirî û Dêrsimê jî bi hinceta 'bi tenê dikare di 21'ê Adarê de were pîrozkirin' hat qedexekirin. -
Li Brukselê çalakiya kon a li dijî komkujî û tecrîdê dewam dike
Kurdan li Brukselê li dijî komkujiyên li Kurdistanê kon vedan. Endamê Komîteya Amadekar a Çalakiyê Xebat Ocalan ji Ewropayê xwest bikeve nava tevgerê û diyar kir, ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin. -
HDP’ê ji bo akademîsyenên hatin girtin ji saziyên navneteweyî re name şand
HDP’ê ji bo akademîsyenên ku ji ber danezana aştiyê îmze kirine hatin girtin, ji saziyên navneteweyî re banga ‘hewldanên lezgîn’ kir. -
Akademîsyenên hatin girtin: Em li pişt danezanê ne
Akademîsyenên ku ji ber mora xwe danîn binê danezana aştiyê hatin girtin, dan xuyakirin ku ew li pişt gotinên xwe ne. -
Nasnameya çeteyê DAIŞ’ê yê li Brukselê hat kuştin hat eşkerekirin
Hat diyarkirin ku endamê DAIŞ’ê yê duh li bajarê Bruksel ê Belçîkayê ji aliyê polîsan hate kuştin, hemwelatiyê Cezayîrê Mûhammed Belkaîd ê ku sala 1980 jidayikbûyî ye. -
AKP a nikare berxwedanê bişikîne êrîş dike: Nêzî 100 kes hatin binçavkirin
Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê di opersayonên qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP'ê de gelek kes hatin binçavkirin. Li Mêrdînê siyasetmedarên ku hatibûn binçavkirin ji wan 11 kes hatin girtin. -
Hejmara parêzerên binçavkirî gihişt 9'an
Li Stenbolê li 16 navçeyan danê sibehê di serdegirtinan de hejmara parêzerên endamên OHD'ê yên hatin binçavkirî gihişt 9'an. -
Hevberdevka HDK'ê: Newroz dikare pêşî li rêya derketina ji şer veke
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît li ser qedexeyên AKP'ê yên têkildarî pîrozbahiyên Newrozê axivî û got, "Bi berxwedanê re em dikarin vê pêvajoyê biguherînin. Dikarin ber bi aştî, wekhevî û biratiyê ve bibin. Newroz di vî warî de gelekî girîng e." -
'Çareya bi tenê, polîtîkayên aştî û çareseriyê ye'
Cîhaner da xuyakirin, ku AKP Tirkiyeyê ber bi kaos û karesatê ve dibe û diyar kir, ji daxwaza îstifakirina hikûmetê wêdetir ya divê niha bê xwestin, guhertina polîtîkayên rê li ber pirsgirêkan vedike ye. -
Penaberê Sûriyeyî: Leşkerên Tirk keça min qetil kirin
Penaberê Sûriyeyî yê serlêdana penaberiyê li Swêdê kir Mohammed Abboûd, ji medya Swêdê re ragihand ku keça wî ya 17 salî, dema hewl dida ji sînor derbas bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin. -
Li Strasboûrgê têkildarî şerê li dijî Kurdan konferansek tê lidarxistin
Li bajarê Fransa Strasboûrgê, bi organîzeya tevger û partiyên siyasî yên cuda re konferansek li ser polîtîkayên şer ên li hemberî Kurdan tê lidarxistin. -
Gelek parêzer li Stenbolê hatin binçavkirin
Li Stenbolê, polîsên Tirk malên parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem jî di nav de avêtin ser gelek navnîşanan. Di serdegirtinan de gelek parêzer hatin binçavkirin. -
Akademîsyen hatin girtin
Akademîsyen hatin girtin -
Li hember taxên berxwedanê yên Geverê êrîş
Li Geverê ku êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk didomin, ji Tabûra Efeler û Fermandariya Alay a Navçeyê topbaran bi hewanan û fuzeyên tankên a li ser taxên berxwedanê destpê kir. -
Fezlekeyên 8 parlamenterên HDP'ê şandin meclîsê
Fezlekeyên ku der barê parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Aycan Îrmez, Çaglar Demîrel, Îmam Taşçier, Feleknas Uca, Adem Geverî û Gulser Yildirim de hatin amadekirin şandin meclîsê. -
Li Osmaniyeyê 2 kes hatin girtin
Ji 5 endamên HDP’ê yê li Osmaniyeyê hatibûn binçavkirin, 2 kes bi îdîaya “endamê rexistinê ne” hatin girtin. -
Li Swîsreyê şehîdên Cizîr û Hezexê hatin bibîranîn
Li bajarê Orebro yê Swîsreyê gerîlayên HPG’ê Şivan Akbaş û Aydin Guner, li Helburgê jî Cîhat Altun, Ridvan Kaymaz û Fatma Demîr hatin bibîranîn. -
Li Belçîka di serdegirtinên malan ên li hember DAÎŞ’ê de şer derket
Hat ragihandin ku li paytexta Belçîka Brukselê di dema serdgirtina malekê ya li hember DAÎŞ’ê de şer derket. Di bûyerê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn. -
Kurdan li Brukselê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Kurdan li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê li paytexta Belçîka Brukselê dest bi çalakiya kon kirin. Çalakiya kon bi daxuyaniya çapemeniyê destpê kir.