Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê di opersayonên qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP'ê de gelek kes hatin binçavkirin. Li Mêrdînê siyasetmedarên ku hatibûn binçavkirin ji wan 11 kes hatin girtin.
AYDIN
Li navçeyên Efeler, Germencîk, Soke, Kuşadasi, Dîdîm û Nazîlliyê di operasyonên qirkirina siyasî de bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Piştî lêgerînên li malan di nav de rêveberên HDP'î jî hene herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.
Der barê sedema binçavkirinan de agahî nehat wergirtin, li bajar operasyon berdewam dike.
AMED
Li navçeya Peyasê di serdegirtinên malan de kurê Hevserokê HDP'ê yê Kanîreşê Salîm Yildirim, Medenî Yildirim ê li mala birayê xwe mêvan bû hate binçavkirin.
ÇEWLIG
Bi operasyona li Amedê re bi heman wextê li gundê Kargapazar ê navçeya Kanîreşê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Mehmet Tirpanci, Burhan Ozmen, Kasim Aydin, Nebûbekir Yilmaz, Cahît Harmanci û Mahmut Yildirim hatin binçavkirin.
Der barê sedama binçavkirinan de agahî nehat wergirtin.
KONYA
Navnîşanekî din a operasyonên qirkirina siyasî jî Konya bû. Di serdegirtinên ku hatin kirin de welatiyên bi navê Şevger Avci û Hakan Înce hatin binçavkirin û sedema binçavkirinan nehat hînbûn.
MÊRDÎN
Li navçeyên Artuklu û Qoserê di serdegirtinên malan ên ku di 12'ê Adarê de hatin kirin de Hevserokê DBP'ê yê Artukluyê Mehmet Şîrîn Gultekîn, Hevserokê DBP'ê ya Qoserê Hakki Akansel û endamên partiyê Veysî Şîmdî, Serdar Dînç, Cengîz Albayrak, Feyzî Fîdan, Încîle Fîdan, Alaattîn Guneş, Mehmet Sîncî, Ahmet Ozturk û Hediye Ozturk ên hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin.
11 siyasetmedarên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin bi îdiaya "yekîtiya dewlet û welat xira kirine" hatin girtin û ew şandin Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê.
ŞIRNEX
Li navçeya Cizîrê ku qedexeya derketina kolanan bi roj hate rakirin polîsan bi ser mala Serokê Egîtîm Sen'ê Osman Tetîk de girtin. Di encama lêgerînên hatin kirin de Tetîk hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.
Sedema binçavkirina Tetîk nehat hînbûn.
SÊRT
Li taxa Ulusê ya Sêrtê serê sibehê di serdegirtinên malan de Mehmet Emîn Sezek hate binçavkirin. Polîsan diriyê malê şikandin û mal serobino kirin piştre jî Sezek binçavkirin. Sezek ê ku hate binçavkirin birin Midûriyita Polîsan a Sêrtê. Sedema binçavkirina Sezek nehat hînbûn.
XARPÊT
Li bajaroka Yazikonakê serê sibehê polîsna bi ser malan de girtin. Welatiyê bi navê Vedat Bîngol û welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin. Herdu kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Xarpêtê.
ÎZMÎR
Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Halît Dîkmen ê ku duh hatibû binçavkirin, piştî ku îfadeya wî li emniyetê hate girtin, sewqî dozgeriyê hate kirin. Dîkmen ji aliyê dozgeriyê ve piştî ku îfadeya wî hate girtin, serbest hate berdan.
MÛGLA
Li navenda Muglayê û navçeya Mîlasê di serdegirtinên malan ên 14'ê adarê de 8 kesên ku di nav de Hevserokê HDP'ê ya Menteşeyê Hanîfî Sari jî hebû piştî ku li emniyetê îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.