Hejmara parêzerên binçavkirî gihişt 9'an

Li Stenbolê li 16 navçeyan danê sibehê di serdegirtinan de hejmara parêzerên endamên OHD'ê yên hatin binçavkirî gihişt 9'an.

Li Stenbolê li 16 navçeyan di nav de endamên parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD) jî tê de di serdegirtina 32 malan de hejmara parêzerên binçavkirî zêde dibe. Hat diyarkirin ku derbarê 12 parêzeran de biryara lêgerînê heye û di vê baregehê de hejmara parêzerên binçavkirî giha 9'an. Ji bilî parêzeran jî di van serdegirtinan de hat diyarkirin ku 20 hemwelatî jî hatine binçavkirin. 

Piştî lêgerînên li malan parêzer ji bo venêrîna tenduristiyê şandin nexweşxaneyê û ji wir ew birin Midûriyeta Polîsan a li Kolana Vatanê ye. Hat destnîşankirin ku li mala hin parêzeran hê jî lêgerîn didome. 

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku parêzerên welatparêz, şoreşger, muxalîf û gelên Kurd hatine binçavkirin û wiha gotin, "Wê êrîşên li ser parastinê, pîşeya me û komeleya me yên di nezda gelê Kurd û muxalîfan de niakrin bi paş ve gav bi me bidin avêtin. Em ê pîşeya xwe her bidomînin." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo piştgiriya hempîşeyên xwe wê saet di 12.00'an de parêzer li ber Midûriyeta Polîsan a Vatanê bên gel hev. 

Navê 9 parêzerên hatin binçavkirin ev in: Îrfan Arasan, Ayşe Acînîklî, Huseyîn Bogatekîn, Şefîk Çelîk, Ayşe Başar, Tamer Dogan, Ramazan Demîr, Mûstafa Ruzgar.