Tevî qedexeyan jî wê li qadên Stenbolê Newroz bê pîrozkirin

Serokê Komîteya Amadekar Çorlû têkîldarî qedexeya Walîtiya Stenbolê ya ji bo pîrozbahiya Newroza ku wê 20’ê Adarê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin û wê Newrozê li her qadê pîroz bikin.

Walîtiya Stenbolê pîrozbahiya Newrozê ya 20’ê Adarê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê wê bê lidarxistin qedexe kir. Serokê Komîteya Amadekar Çorlû diyar kir ku ev qedexe kêfî û antîdemokratîk e, destnîşan kir ku wê bi şîara “Her der Newroz her der berxwedan” ve li her qadê Newrozê pîroz bikin.

Walîtiya Stenbolê pîrozbahiya Newrozê ya 20’ê Adarê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê wê bê lidarxistin qedexe kir.

Têkîldarî mijarê li Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Serokê Komîteya Amadekar Sûat Çorlû, Hevserokê HDP’a Stenbolê Cesîm Soylû û Parlamentera Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû tevlî civînê bûn.

Serokê Komîteya Amadekar û Rêveberê HDP’a Bajêr Sûat Çorlû bi bîr xist ku di hevdîtina herî dawî ya roja Duşemê bi walîtiyê re ti pirsgirêk derneketine. Çorlû bi bîr xist ku Midûriyeta Giştî ya Emniyetê danezanek “Ji bilî roja wê destûr neyê dayîn” weşandiye, ji ber vê jî hevdîtin wek erênî nirxand û got lez dane xebatan.

Dema hevdîtina bi walîtiyê re Çorlû ragihand ku danezana polîs jî bi bîr xistiye û gotine eger pêwîst be wê karibin ji bo 21’ê Adarê jî serlêdanê bikin, diyar kir ku walîtiyê bersiva “pêwîstî nîne” daye.

Îro dema çûne walîtiyê jî ji wan re gotine ku “ji bo aktîvîteyek Newrozê ne roja 20’an ne jî 21’an wê destûr neyê dayîn.” 
Çorlû biryar antîdemokratîk nirxand, bi bîr xist ku ev ne pirsgirêkek girêdayî cih û demê ye, li çar aliyê welêt bi hincetên cuda Newroz tên qedexekirin.

Çorlû got “Newroz cejna gelan e, bi biryarên waliyan jî nikare bê astengkirin” û da xuyakirin ku wê bi şîara “Her der Newroz her der berxwedan” ve ji bo pîrozkirina Newrozê çi ji destên wan tê bikin.”

‘EV FAŞÎZM E NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû jî got: “Newroz cejna gelan e, pêşendanek aştîxwaz mafê her kesî ye. Ji ber vê jî nayê qebûlkirin. Lê, bi giştî welat tevahî kirine girtîgehek.”

Kerestecîoglû got “ev faşîzmek vekirî ye” û wiha dewam kir: “Mafê berxwedanê yên mirovan heye. Mirovên herî aştîxwaz ji ber aştiyê dixwazin tên girtin. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, zextan qebûl nekin.”

Hevserokê HDP’a Stenbolê Cesîm Soylû jî got “Newroz cejnek dîrokî ye, bi hezaran salan e tê pîrozkirin” û destnîşan kir ku biryara walîtiyê kêfî, antîdemokratîk û derhiqûqê ye.

Soylû got wê li Stenbolê gel bi reng û cewherên xwe cejna xwe pîroz bikin, tevî qedexeyê jî da xuyakirin ku wê gel li taxên xwe, navçeyên xwe, kolanên xwe pîroz bikin.