Li Swîsreyê şehîdên Cizîr û Hezexê hatin bibîranîn

Li bajarê Orebro yê Swîsreyê gerîlayên HPG’ê Şivan Akbaş û Aydin Guner, li Helburgê jî Cîhat Altun, Ridvan Kaymaz û Fatma Demîr hatin bibîranîn.

Di merasîma li Navenda Cîvaka Demokratîk a Kurd a Orebroyê hat lidarxistin de xizmên şehîdan û gelek Kurdistaniyan cihê xwe girtin.

Merasîma ku wêneyên şehîdan bi qurnefîlan hatibûn xemilandin, hevserokê Navenda Cîvaka Demokratîk a Kurd a Orebroyê Ridvan Altûn axîvî û got ku Guner û Akbaş weke rûmeta gelê Kurd digirin dest û wê xwedî li bîranînên wan ên têkoşînê derkevin. 

Piştî deqeyek rezgirtinê, siyasetmedarê Kurd Welat Bagok axivî û bal kişand ser girîngiya şehîdan a ji bo gelê Kurd û tekoşîna tevgera azadiya Kurdan.

Piştî axaftina Bagok, xizmên şehîdan jî yek bi yek axivîn û girêdana xwe a bi şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anîn ziman. Piştî temaşekirina sînevîzyona der barê şehîdan,  bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bê Serok Jiyan Nabe” merasîm bi dawî bû.