ROJANE
Hemû Nûçe
-
Akademîsyên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
Ji akademîsyenên danezana “em nabin hevkarê vî sûcî” îmze kirin, Alikar Doç.Dr. Muzaffer Kaya, Alikar Doç.Dr. Esra Mungan û Doç.Dr. Kivanç Ersoy bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. -
Demîrtaş bang li Serokên Giştî yên sê partiyan kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş got, "Heta ku feraseteke siyasî ya civakê ewçend ji hev cihê dike hebe, şer ji nava vê civakê ranabe" û bang li serokên giştî yên sê partiyan kir, ku bi hev re biçin Sûr û Nisêbînê. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 16 girtî, 50 binçavî
Di encama operasyonên qirkirina siyasî de bi qasî 50 kes hatin binçavkirin, 16 kes jî hatin girtin. -
'Qertên zer' ên çapemeniyê yên xebatkarên Ozgur Gundemê hatin betalkirin
Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Çapemenî Weşanê ya Serokwezaretiyê (BYEGM), 'qertên zer' ên çapemeniyê yên xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê betal kir. -
Edene, Eskîşehîr û Antalyayê 34 kes hatin binçavkirin
Li Eskîşehîr, Antalya û Edeneyê polîsan danê sibehê avêtin ser gelek adresan û 34 kes binçav kirin. -
Demîrtaş: Divê AKP hesabê teqînê bide
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî teqîna duh şev a li Enqereyê pêk hat li meclîsê daxuyaniyek da. -
Li Mûgla û Îdirê 12 kes hatin binçavkirin
Li Mûgla û Îdirê di oparasyona qirkirina siyasî de 12 kes hatin binçavkirin -
3 jê jin 8 girtî hatin sirgûnkirin
3 jê jin 8 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê dihatin ragirtin, sirgûnî girtîgehên bajarên din hatin kirin. -
4 akademîsyenên daxwaza aştiyê kirin hatin binçavkirin
Ji akademîsyenên got gotin 'Em nabin hevparên vî sûcî' û banga aştiyê kirin Esra Mûngan, Muzaffer Kaya, Kivanç Ersoy û Meral Camci hatin binçavkirin. -
Civaka Azad a Amsterdamê kongreya xwe pek anî
Di kongreya 7. a Meclîsa Civaka Azad a Asterdamê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. -
Çûkûrova ji bo Newrozê amade ye: Wê li 5 bajaran bê pîrozkirin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Edene, Mersîn, Osmaniye, Hatay û Antalyayê wê di 19-20'ê Adarê de werin lidarxistin. -
Mîstûra: 'Plana B' ya li Sûriyeyê, şerekî girantir e
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra beriya destpêkirina danûstandinên Cenevre-3 ên îro, li ser pêvajoyê agahî da. Mîstûra diyar kir, danûstandin wê bi rengê sê tûran bên kirin. -
'Hîtler jî mîna Erdogan xewyar ji komandoyên xwe re dişand!'
Li bajarê Elmanya Kolnê, di panela bi mijara 'Tirkiye ber bi ku ve diçe' de komkujiyên AKP'ê ketin rojevê. Prof. Dr. Çaglar li panelê axivî û destnîşan kir, ku Erdogan xweziya xwe bi Hîtler tîne. -
Tevgera Şoreşa Yekbûyî -Selahattîn Erdem
Ji niha ve mirov dikare bêje bi Tevgera Şoreşa Yekbûyî re dawiya seltenata AKP'ê hatiye, xeyalên Erdogan ên 2023’an têk çûne û faşîzma AKP'ê wê di nava xeyalên xwe de têkçûn û şikestana herî mezin bijî. -
Li Stenbol û Osmaniyeyê operasyonên qirkirina siyasî
Li Stenbol û Osmaniyeyê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin. -
Navên kesên di teqîna li Enqereyê de mirin hatin eşkerekirin
Nasnameyên 31 ji 37 kesên di teqîna duh a li Kizilay a Enqereyê de mirin, eşkere bûn. -
Di kongreya NCDK a Gronaû de banga 'seferberiyê' hat kirin
NCDK a Gronaû kongreya xwe ya 3. lidar xist. Di kongreyê de bal hat kişandin ser girîngiya pêvajoyê û hat xwestin, di asta seferberiyê de têkoşîneke xurt bê meşandin. -
Ji NCDK a Dresdenê çalakiya li dijî komkujiyan
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Dresdenê, li hemberî komkujiyên di meha Adarê de qewimîne çalakiyek lidar xist. -
Li Edene û Mersînê bi dehan kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin, danê vê sibehê jî li Edene û Mersînê dewam kirin. -
Hejmara mirovên di êrîşa Enqereyê de mirin gihîşt 37 kesan
Di êrîşa bombeyî ya duh êvarê ya li paytexta Tirkiye Enqereyê de, hejmara miriyan zêde bû û gihaşt 37 kesan. -
3. kongreya NCDK a Kolnê pêk hat
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Elmanya Kolnê, 3. kongreya xwe ya asayî lidar xist. -
'Divê berxwedan li Tirkiye û Kurdistanê hevgirtî be'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, ku têkoşîn û berxwedana li Kurdistanê êdî di asta gel de tê dayîn û destnîşan kir, pêwîste berxwedan li Kurdistan û Tirkiyeyê hevgirtî bê meşandin. -
1. Kongreya NCDK a St. Poltenê pêk hat
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), yekemîn kongreya xwe ya bajarê Awûstûrya St. Poltenê pêk anî. -
'Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan hesreta mîlyonan e'
Nûnerê Partiya Maoîst Komunîst Kînem Yildiz diyar kir, xeta têkoşîna yekbûyî ji aliyê dîrokî û stratejîk ve girîng e û destnîşan kir, ku Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan hesreta mîlyonan e. -
Li Sûrê 3 ji wan birîndar 7 kes hatin qetilkirin
Li Sûrê 3 ji wan birîndar 7 kesên ku di avahiyek de asê mabûn ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Walitiya Amedê jî derbarê mijarê de daxuyanî weşand û kuştina 7 kesan qebûl kir.