Li Sûrê 3 ji wan birîndar 7 kes hatin qetilkirin
Li Sûrê 3 ji wan birîndar 7 kesên ku di avahiyek de asê mabûn ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Walitiya Amedê jî derbarê mijarê de daxuyanî weşand û kuştina 7 kesan qebûl kir.
Li Sûrê 3 ji wan birîndar 7 kesên ku di avahiyek de asê mabûn ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Walitiya Amedê jî derbarê mijarê de daxuyanî weşand û kuştina 7 kesan qebûl kir.
Li navçeya Sûrê ya Amedê 3 ji wan birîndar 7 kesên ku di avahiyek de asê mabûn û ji wan agahî nedihat girtin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Derbarê mijarê de Walitiya Amedê jî daxuyaniyek weşand. Walîtî di daxuyaniyê de îdîa kir ku 7 kesên di bin enqazê de mane êrîşî hêzên dewletê kirine û di pevçûnê de hatine kuştin.
‘EGER TIŞTEK BIBE BIZANIBIN KU ÎNFAZ E’
Ji 7 kesên ku hatin qetilkirin Dîlber Bozkurt, di saetên sibehê de li ajansa me geriyabû û gotibû: “Eger îro jî kepçe bixebite emê di bin enqazê de bimînin. Dibe tenê 5 deqeyê me mabê.” Bozkurt piştre bi Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan re axivîbû û gotibû “Eger tiştek bû hûn bizanibin ku înfaz kirine.”
Dîlber Bozkurt di axaftina xwe ya bi Aydogan re navê 5 welatiyên li gel wê wiha rêz kiribû: "Mehmet Abdullah Yalvarma, Mahsun Gurkan, Mazlum Karakoç, Cuneyt Aydemîş, Eşref Polat. “
Ji 7 welatiyên ku hatin qetilkirin Mahsun Gurkan, dema Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê Mijdarê de li ber Minara Çarling hatibû qetilkirin, ji du ciwanên ku ketibûn sikakê bû.