Operasyonên qirkirina siyasî: 16 girtî, 50 binçavî
Di encama operasyonên qirkirina siyasî de bi qasî 50 kes hatin binçavkirin, 16 kes jî hatin girtin.
Di encama operasyonên qirkirina siyasî de bi qasî 50 kes hatin binçavkirin, 16 kes jî hatin girtin.
AKP a ku bi komkujiyan re nikare bi berxwedana gelê Kurd, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li 8 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û 16 kes hatin girtin. Hejmara mirovên li Antalyayê hatin binçavkirin gihîşt 24 kesan.
KONYA
Li Konyayê polîsan duh danê êvarê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de tevî Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Nûrhan Erkal 7 kes hatin binçavkirin. Erkal û 6 kesên din şandin Muduriyeta Polîsan a Konyayê. Mebesta binçavkrina her 7 kesî hat diyarkirin ku ji ber parvekirinên wan ên li ser medya civakî ne.
ELEZÎZ
Li Elezîzê danê sibehê di serdegirtina malan de 3 rêveberên DBP'ê yên Elezîzê hatin binçavkirin. Mehmet Kiliçtepe, Abbas Yildiz û Şaban Dagin ên ku mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, ew şandin Midûriyeta Polîsan a Elezîzê.
RIHA
Li navçeya navendî ya Halîliyeyê ya Rihayê danê sibehê polîsan li taxa Baglarbaşiyê bi ser firinekê de girtin û di serdegirtinê de karkerê bi navê Mehmet Başkale binçav kirin. Her wiha polîsan bi ser mala Başkale de jî girt û mala wî sehî kirin. Başkaleyê ku sedema binçavkirina wî nehat zanîn, şandin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.
MÛŞ
Li gundên Gimgimê di serdegirtina malan a 11'ê Adarê de 5 kesên hatin binçavkirin piştî karên li Midûriyeta Polîsan a Mûşê şandin Dadgeha Gimgimê. Piştî îfadegirtinên li dozgeriyê Faysal ozgul, Sînan Boylû, Fevzî Sever, cemîl Oztok û Mucahît Bîngol bi îdiaya "Endamên rêxitinê ne" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
GÎRESÛN
Li Gîresûnê jî di serdegirtina malan a 11'ê Adarê de ji 26 xwendekarên kurd ên hatin binçavkirin 5 jê piştî karên li Midûriyeta Polîsan a Gîresûnê serbest hatin berdan, 21 xwendekar jî sewqî dadgeha Gîresûnê kirin. Ji van xwendekaran 11 jê bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" û "Propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê.
DENÎZLÎ
Li Denîzliyê polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Gumuşler, Esentepe û Yeşîlyûrtê û 17 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" binçav kirin. Saît Oner, Hasan Oner, Ahmet Kaya, Halîl Kaya, Vedat Basût, Hasan Engîn, Ferhat Orak, Dîlan Demîr, Mahsûn Yildiz, Ozgur Aksû û Rahmî Orak birin Midûriyeta Emniyetê ya Denîzliyê.
STENBOL
Endamê Zanîngeha Bîlgiyê Chrîs Stephenson ê ji bo piştevaniya akademîsyenan çû Dadgeha Stenbolê, bi hinceta di çenteyê wî de belavoka Newrozê ya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê heye hat binçavkirin.
ANTALYA
Li taxa Habîbler a navçeya Kepezê ya Antalyayê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de mal hatin serobinokirin, eşya hatin belavkirin. Di encama serdegirtinê de Sûat Varol, Fîkret Varol, Bariş Ontûnç, Firat Oztûnç, Savaş Oztunç, Aydin Orhan û Seyfettîn Orhan hatin binçavkirin. 7 welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn li Midûriyeta Polîsan a Antalyayê tên ragirtin.