Demîrtaş bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirina Kurdan û got, "Cenaze tên şewitandin, bi erdê re tên kaşkirin, di binê tankan de tên eciqandin". Demîrtaş ji AKP'yiyan got, "Bên ser hişê xwe, bi hedê xwe zanibin! Ne hedê we ye ku tiliya xwe li me bihejînin û gefan li parlamenterên me bixwin." Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûneke xurt ji bo Newrozê kir.
Koma HDP'ê, tevî ku Meclîs di betlaneyê de ye, civîna koma xwe ya heftane lidar xist. Di civînê de rêveberên navenda giştî ya gelek sendîkayên ser bi DÎSK'ê jî amade bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li civîna komê de, ji ber salvegera Komkujiya Helebçeyê, hemû mirovên di komkujî û qirkirinan de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.
'EM Ê HÎN NEBIN!'
Demîrtaş bal kişand ser teqîna li Enqereyê û got, "Dixwazim bêjim ku ev çalakiyeke wehşetê ye ku bi hincetê re nayê vegotin."
Li ser gotina rojnamevanê AKP'yî Abdulkadîr Selvî ku gotibû 'divê em hînî terorê bibin', Demîrtaş nerazîbûn nîşanî hikûmetê da û got, "Ew dikarin xwe hînî terorê bikin. Dibe ku Tirkiyeyeke ji gola xwînê ji bo wan ne tiştek be, lê em ê hînî vê nebin. Li welatê me rastiyeke şer û komkujiyê heye. Gotina 'ev hemû normal in' beriya her tiştî ji bîrkirina mirovbûyînê ye. Ti mirov nikare hînî tiştekî wiha bibe. Hûn ê nikaribin me hînî tiştekî wiha bikin. Ev li dijî xwezaya mirov e. Em çima hînê ya ne asayî dibin? Divê hûn bi xwe hînî parêzvanên aştiyê yên ku li hemberî polîtîkayên şer di aştiyê de israr dikin, bibin. Em ê hînî şer nebin."
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Amed, Pirsûs, Enqere, Sûltanahmet li dû hev qewimîn. Em her roj bi rastiyeke şer re rû bi rû ne. Lê belê tiştekî ecêb e; piştî her komkujiyê kiryar kî dibe bila bibe, yek mexdûr heye; ew jî AKP ye. Di mîtînga ez ê lê biaxivim de bombe wê were teqandin, lê yê mexdûr wê AKP be. Sûcdar jî wê HDP be. Li Pirsûsê cenaze li erdê bû, lê hikûmeta wê demê rabû got 'Berpirsyar HDP ye'. Mexdûr jî AKP ye. Li Gara Enqereyê jî ya mexdûr dîsa AKP bû. Di teqîna duh de jî mexdûr dîsa AKP, berpirsyar jî dîsa HDP. Li holê manîpulasyoneke mezin heye. Ev 14 sal in vana her tim mexdûr in. Rêxistinbûyîneke welê ya xapandinê afirandine, eger zîpik bibare, wê rabin xwe mexdûr nîşan bidin. Pereyan didizin, pereyên wan di qutiyên pêlavan de tên dîtin, dîsa jî ew dibin mexdûr. Di nava durûtiyeke bi vî rengî de em ê kîjan pirsgirêkê bi çi rengî çareser bikin?"
'RAKIRINA ŞER JI NAVA VÊ CIVAKÊ NEPÊKAN E!'
Demîrtaş da xuyakirin, ku li her welatekî demokratîk ê cîhanê dema bombeyek teqiya, civak û siyasî li dijî şer di eniya aştiyê de li hev dicivin, lê li Tirkiyeyê ev nepêkan e. Demîrtaş got, "Kêmasiya li vir, ev e. Li vî welatî êdî mirov nikarin bêjin em hev du hembêz bikin. Welatekî bi vî rengî nehiştin. Mexdûrê hemû êrîşan ew in. Heta ku feraseteke siyasî ya civakê ewçend ji hev cihê dike hebe, şer ji nava vê civakê ranabe. Mixabin rastî ev e. Yên ku li gorî rêbaza jiyanê, li gorî nasnameya entîkî û û li gorî partiya deng daye mirov ji hev cihê kirine, ev in. Wekî din divê mirov serî li ber qesrê bitewînin ku vana ji mirovan re nebêjin 'xayin'."
Demîrtaş anî ziman, ku cihêrengiya wan ji bloka CHP, MHP û AKP'ê ev e û destnîşan kir ku polîtîkaya her sê partiyan jî li ser 'yekparêziyê' tê meşandin. Demîrtaş got, "Em ne mecbûr in ku li cem te yan jî li cem terorê cih bigirin. Ev hewl didin ji mirinan bixwin. Radibe dibêje, 'refên xwe diyar bikin, ya tu ji min e yan jî tu terorîst e'. Eger ev her du jî heman tişt be, wê çaxê wê çi be? Tu radibe rojnamevanan, nivîskaran dijmêre, em jî 2 kesên din li van zêde bikin; Serokkomar û Serokwezîr. Eger tu dijimêre, wê çaxê Serokkomar jî bijmêre. Dibe ku tu jî 'teror' be."
'EM ÇAWA KETIN VÊ REWŞÊ; GELO KES WÊ NEPIRSE?'
Demîrtaş daxuyaniyeke Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya beriya niha li ser dewamkirina 'pêvajoya çareseriyê' bibîr xist û ji Davûtoglû pirsa "Te çima dev jê berda?" pirsî.
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Li şûna ku hûn ê bi tank û topan ewqasî bajaran xera bikin, rê li ber mirina mirovan vekin, çima hûn li pêvajoya çareseriyê venagerin? Li şûna ku giraniyê bidin ser polîtîkayên ewlekariyê, çima hûn bi aştîxwazên li vî welatî re li hev nacivin?"
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Piştî ku me pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser kir, em dikarin bi hêsanî li hemberî êrîşeke ji derve derkevin. Yên ku li Enqereyê tên qetilkirin, bi xweşiya yên li Konyayê diçin. Gelo kes nîne bipirse; em çawa ketine vê rewşê? Kengî hestên mirovahiyê ewçend tê çûn? Eger em nikaribin di pîvanên mirovahiyê de li hev bicivin, wê çaxê em ê li dora kîjan berjewendiyên welêt li hev bicivin... Cenaze tên şewitandin, bi erdê re tên kişandin bi binê tankan de tên eciqandin."
Demîrtaş pirsa "Hûn êşê li gorî çi ji hev cuda dikin?" li rayedarên hikûmeta AKP'ê û AKP'yiyan kir û got, "Em ê çawa bibin hevpar? Êşa her mirovî êşa me ye. Em di vê mijarê de li hev bicivin. Em miriyan weke Kurd-Tirk ji hev cihê nekin. Yên li Pirsûsê, li Cizîrê hatine qetilkirin, ji ber ku ne ji nasnameya qewmê te ye, wê çaxê wê ne xema te be? Wê çaxê wê her kes li gorî xwe çareseriyekê ferz bike. Tiştê ku ev dikin; HDP'ê sûcdar dikin, xwe jî mexdûr nîşan didin. DAIŞ bombeyê diteqîne radibin HDP'ê berpirsyar nîşan didin. PKK çalakiyê dike, radibin HDP'ê berpirsyar nîşan didin. Li welêt nepoxek biteqe wê di cih de rabin HDP'ê hedef nîşan bidin. AKP berpirsyariya xwe ji bîr dike. Ji wan heye ku Wezîrê Karên Hundir Celal Dogan e. Ji wan heye ku emniyet, îstîxbarat ne di destê AKP'ê de ye, lê di destê HDP'ê de ye. Yê fermana operasyonan didin, ne em in."
‘DILPAKÎ, RÛMET, EXLAQÊ WE NÎNE!’
Demîrtaş axaftina xwe wiha domand:
“24 seat çêbûye, hikûmet ti daxuyanî nedaye. Ev çalakî, qetlîam çêbûye. Midûrê Emniyeta Wanê tayînî Enqereyê kirin. Tedbîra wan ev e. 4 teqîn, 4 midûrê emniyetê guherî. Ti îstîfa nîne, lêborîn tineye. Hema çiqasî ji destên wan tên qitûbkirin, ma bi hedefnîşandayina me hûn ê çi çareser bikin? Eger wê ev bi dawî bibin, ne pêwîst e destlênedanên me rakin, em îstîfa bikin. Ez ê îstîfa bikin. Heke tevahî berpirsiyartî li ser milên me bin, em mirovên dilpak, bi rûmet û bi exlaq in, em ê îstîfa bikin. Li gel we nîne. Yê divê destlênedanên wan bên rakirin hûn in, berpirsiyartiya siyasî ya we ye, hûn welat bi rê ve dibin.
Em dibêjin em bi hev re çareser bikin. Pêşnûmelêpirsînek CHP’ê, 16’ê Kanûna 2015’an pêşniyarek komîsyonê ya HDP’ê heye. Em parlamento ne, pêşnûmeyan didin. Em dibêjin ka em ji her derê agahî, belgeyan kom bikin. Berpirsiyariyê digirin berpirsiyarî. Em ji hikûmetê re dibêjin ku ‘tu ne tenê ye, em bi hev re çêkin’. Çi dibe, bi dengên AKP û MHP’ê tên redkirin, piştre jî em bêjin ‘ka em deklerasyonekê amade bikin, rûpelek, nîv rûpelê biweşînin, berpirsiyariya me bi dawî bû.’ Ma ev e berpirsiyariya wekîlan? Şermezarkirin e berpirsiyartî? Êşên dayikan bi şermezarkirinê bi dawî dibe? Yên bi newêrekî li kolanan digerin dema şermezar dikin rehet dibin? Bendewariya çareseriyê heye ji me. Dest ji van polîtîkayên erzan, durû berdin; eger ji bo çareseriyê hûn amade bin, ka di vê deqeyê de werin.”
JI BO SEROKÊN GIŞTÎ BANG: EM BIÇIN SÛR, NISÊBÎNÊ
Ji 3 serokên giştî re banga çûyina Nisêbîn û Sûrê
Demîrtaş tevî mirinan jî betalkirina Meclîsê nerazîbûn nîşan da, got: “Ka em kom bibin, agirbest, aştî çawa çêdibe? Barîqat, xendek çawa tên girtin? Ka werin destên xwe bixin bin kevir. Em biçin Geverê. Ez bang li her sê serokên giştî dikim; em li gel hev biçin, kerem bikin em biçin Sûrê, Nisêbînê. Ji bo çi tank û topan dişînin? Ma leşker û polîs jî ne heyf in? Em bi diyalogê xendekan, bendan bigirin, rakin. Ma çareseriya exlaqî, rast, maqûl ne ev e? Tevî hemû hewldanên me yên aştiyê jî ne heddê we ye hûn HDP’ê rêxistinek terorî îlan bikin. Gel em hilbijartin. Ev der parlamento ye, em wekhev in, ji bîr nekin. Em ne memûrên ber destên AKP’ê ne. Serokwezîr ne gerînendeyê mey ê giştî ye. Werin ser hişê xwe, heddê xwe bizanibin! Wisa tilî li me badan, ne karê we ye.”
JI BO NEWROZÊ BANG
Demîrtaş sendîkavanên beşdarî civînê bûne jî silav kir, têkîldarî polîtîkayên AKP’ê yên rê ji pirsgirêkên karkeran vedike û mêtina kedê kûr dike axivî.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş herî dawî got, “Newroz bi biharê re mizgîniya aştiyê ye” û banga tevlîbûna Newrozê li her kesî kir.