ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Denîzlî û Kirşehîrê 6 kes hatin girtin
Li Denîzliyê ji 17 HDP’iyên hatin binçavkirin, 5 hatin girtin. Li Kirşehîrê jî ji 6 kesên hatin binçavkirin,M.G bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hate girtin. -
Gel ji ber propagandaya AKP mizgeft terikand
Li Wanê meleyê ku tekoşîna azadiya gelê Kurd kir hedef rastî nerazîbûna gel hat û cemaatê Mizgeft terikand. -
Însiyatîfa Gel a Marmara: Newroz wek hatine plankirin wê bên pîrozkirin
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Marmara têkîldarî qedexeyên dewleta Tirk ên li ser pîrozbahiyên Newrozê daxuyanî da, diyar kir ku Newroz wek hatine plankirin wê bên pîrozkirin. -
Li Viyanayê resepsiyona Newrozê
Li paytexta Viyana ya Awûstûryayê, li ser daweta Konseya Civaka Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) û Şaredarê Viyanayê Micheal Haûpl, li Şaredariya Viyanayê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin. -
HDP: Em 22 Adarê li Cizîrê ne; hemû gelê xwe dawet dikin
HDP û hemû hevserokên pekhateyên wê ,parlamenterên wê û endamê wê yê DRN’a, 22’yê Adarê li Cizîrê ne. -
Demîrtaş: Em ti carî teslîmî faşizmê nabin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, di Newroza li Dêrsimê ku hikûmeta AKP'ê qedexe kiribû de xwest hemû gel zanibe ew bi gefan ti carî netirsiyan û natirsin. -
Heyeta ku xwest biçe Geverê hate astengkirin
Heyata HDP û DBP'ê ku ji Colemêrgê ji bo dorpêça li Geverê bişkînin derketin rê li nuqteya jenderme ya Yenîkopruyê hatin astengkirin. -
HDP û DBP’ê ji bo pîrozbahiya Newroza Wanê banga tevlîbûnê kirin
Ji bo pîrozbahiyê Newrozê ku Demîrtaş jî wê beşdar bibe bang li gelê Wanê hate kirin. -
Li parêzerên hatin binçakirin pirsên sosret hatin kirin
Dozgerê Tirk pirsên sosret li parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ên hatin binçavkirin, kir. Parêzeran jî serî li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê dan û xwestin, hikûmetê hişyar bikin. -
TŞYG çalakiya xwe ya destpêkê li Hatayê pêk anî
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) çalakiya xwe ya destpêkê ya leşkerî li Hatayê pêk anî. -
Di konferansa li Moskowayê de têkçûna AKP'ê ya li pêşberî Kurdan tê nîqaşkirin
Li Moskowayê, konferansa li ser polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk û rola Kurdan a di çareseriya krîza li Rojhilata Navîn de, destpê kir. -
Danezana encamê ya Kongreya Ciwanan a HDP'ê eşkere bû
Di danezana encamê de biryara rêxistinbûyîna bi modela meclîsê hat dayîn û hat destnîşankirin, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, xwerêveberî ji bajarên rojava re bê ragihandin û îsyana jinê were mezinkirin, wê têkoşîn bê meşandin. -
AKP li Freîbûrgê hat şermezarkirin: Ji Kurdistanê bicehime!
Kurd û dostên wan ên li Freîbûrgê dijîn, komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin şermezar kirin û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. -
HDP: Qedexe ne xem e, di 20'ê Adarê de em ê li Bakirkoyê bin
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, qedexeya Walîtiya Stenbolê şermezar kir û bang li gel kir ku di 20'ê Adarê de li Meydana Bakirkoy Pazarê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe. -
Li girtiyên hatin sirgûnkirin îşkence hat kirin
Derket holê, li 24 girtiyên siyasî yên ji Şirnexê sirgûnî Rîzeyê hatin kirin, 4 rojan di rê de îşkence hatiye kirin. -
Parêzerên li Elmanyayê destek dan hempîşeyên xwe yên OHD'yî
Parêzerên Kurd û demokrat ên li Elmanyayê dijîn, binçavkirina hempîşeyên xwe yên OHD'yî şermezar kirin û gotin, "Em ê li cem wan cih bigirin." -
Bogatekîn: Ez heta dawiyê bi kurê xwe re me
Binçavkirina parêzer Huseyîn Bogatekîn û kampanya lînçê ya medya alîgirê AKP'ê li hemberî wî daye destpêkirin, ji aliyê bavê wî Haci Bogatekîn ve hat şermezarkirin. -
Li girtiyên li Girtîgeha Çanakkaleyê tên ragirtin îşkenceya giran tê kirin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkaleyê tên ragirtin diyar kirin, ji ber êrîşên gardiyanên faşîst û mehkûmên faşîst ên ji ber dozên edlî girtî ne, jiyana wan ne ewle ye. Girtiyan xwestin, heyetek bi lezgînî biçe girtîgehê. -
Saddam û Erdogan li Malmo hatin şermezarkirin
Bi qasî 200 Kurdistanî, ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê û destekkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê, duh êvarê li Meydana Mollevangstorget a bajarê Malmo li hev civiyan. -
Ji bo çalakiyên Newrozê yên li Elmanyayê banga tevlîbûnê
NAV-DEM'ê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Elmanyayê daxuyaniyek weşand û got, "Bi ruhê Newrozê re em meşa xwe ya azadiyê, bi şiyar 'Ji Birêz Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' mezin bikin." -
Li Şirnexê şerên dijwar
Êrîşên çeteyên Qesrê yên bi tank û topan yên li hember taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê giran dibin, li taxê şerên dijwar pêk tên. -
Di doza Liceyê de daxwaza girtinê hat redkirin
Di 6. rûniştina doza têkildarî bûyera qetilkirina 16 kesên li navçeya Licê ya Amedê de daxwaza girtina bersûc Eşref Hatîpoglû hat redkirin. -
Gotin ‘TC li Cizîrê qetlîam pêk anî’, hatin binçavkirin
7 ciwanên endamên Ciwanên Demokratên Nû ku ji bo hevalên xwe yên girtî Taylan Tûnç û Omer Ûca azadî dixwestin, li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin. -
Li Amedê sewqiyata leşkerî
Li Sûr û Rezan tevî ku dorpêç berdewam dike, ji bo Amedê sewqiyata leşkerî pêk hat. -
Li Geverê ji ber dorpêçê kesek jiyana xwe ji dest da
Li gundê Dilezî yê Geverê welatiyê bi navê Dervîş Polat ê ku krîza dil derbas kir û ji ber ambulans rastî astengkirina hêzên dewleta Tirk hat, jiyana xwe ji dest da.