Bogatekîn: Ez heta dawiyê bi kurê xwe re me

Binçavkirina parêzer Huseyîn Bogatekîn û kampanya lînçê ya medya alîgirê AKP'ê li hemberî wî daye destpêkirin, ji aliyê bavê wî Haci Bogatekîn ve hat şermezarkirin.

Binçavkirina parêzer Huseyîn Bogatekîn û kampanya lînçê ya medya alîgirê AKP'ê li hemberî wî daye destpêkirin, ji aliyê bavê wî Haci Bogatekîn ve hat şermezarkirin.

Yek ji parêzerên hatin binçavkirin Huseyîn Bogatekîn e. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz Bogatekîn bi felsefeya "parastin mafê her kesî ye" her kesên rastî neheqiyê hatin û rewşa wan a madî nebaş in, parast. Bogatekîn bi vê taybetmendiya xwe tê naskirin.

Bav Haci Bogatekîn ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku kurê wî Huseyîn piştî êrîşa bombeyî ya li Enqereyê rastî kampanya lînçê hatiye û nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Bav Bogatekîn desnîşan kir, ku kurê wî ji xwe re weke wezîfeyê dibîne; her kesên rastî neheqiyê tên biparêze.

Haci Bogatekîn ku bi xwe rojnamevan e anî ziman, mesele ne parastin e, meseleya esasî bêdengkirina mirovên daxive ye û da zanîn, ku pêla destpêkê ya girtin û binçavkirina li hemberî akademîsyen û parêzeran destpê kiriye.

Bav Bogatekîn da xuyakirin, ku li hemberî wan hikûmeteke nikare li nêrînên cuda tehemûl bike heye û bibîr xist, ku ew bi xwe jî di sala 2008'an de ji ber nivîsek li ser Fethûllah Gulen hatiye darizandin. 

Bogatekîn ragihand, hingî ji aliyê parastinê ve ew rastî gelek pirsgirêkan hatiye û got, "Wê çaxê kesekî ku min bi têrkerî biparêze nebû. Lewma min ji kurê xwe re bi taybetî got; ol, ziman, nîjad, reng, çi dewlemend çi jî xizan pêwîstiya kê bi parastinê hebe, alî wan bike. Eger tu alî wan neke, ez ê heqê xwe li te helal nekim."

Bogatekîn bibîr xist, ku parastin pîroz e û ew bi kurê xwe re serbilind e. Bav Bogatekîn got, "Kurê min dizî nekir, madeyên narkotîkê nefirot, bênamûstî nekir. Kurê min karê xwe yê parêzeriyê kir û ez heta dawiyê pê re me."