HDP: Qedexe ne xem e, di 20'ê Adarê de em ê li Bakirkoyê bin

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, qedexeya Walîtiya Stenbolê şermezar kir û bang li gel kir ku di 20'ê Adarê de li Meydana Bakirkoy Pazarê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe.

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, qedexeya Walîtiya Stenbolê şermezar kir û bang li gel kir ku di 20'ê Adarê de li Meydana Bakirkoy  Pazarê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe.

Di daxuyaniya nivîskî ya HDP'ê de hat ragihandin, ku biryara walîtiyê ya qedexekirinê, hiqûqî û meşrû nîne û hat gotin, "Ya ku mafdar û meşrû ye, pîrozkirina Newrozê ye."

HDP'ê diyar kir, pîrozkirina Newrozê mafê rewa yê hemû gelan e û got, "Di demên cuda yên dîrokê de depotên cuda timî hewl dan Newrozê qedexe bikin, lê ji wan nehat. Di serdemên herî zordar û rêveberiyên zalim de jî gel xwedî li Newrozê derketine û pîroz kirine. Hewldana desthilatdariya AKP/Qesrê ya ji bo astengkirina pîrozbahiyên Newrozê tê wateya hewldana mezinkirina zext û polîtîkayên şer. Em ê pîrozbahiyên xwe yên Newrozê, li gorî plana xwe lidar bixin. Gelên me wê bi kevneşopî û rengên xwe re ji bo Newrozê li qadan, li kolanan bin û agirê Newrozê ji bo aştî û wekheviyê pê bixin."

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê da xuyakirin, ku piştî biryara qedexekirinê ya Walîtiyê, Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji wan re ragihandiye ku ew ê di 20'ê Adarê de destûrê nedin pîrozbahiyên Newrozê û got, "Em bang li Walîtî û Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dikin, ku dest ji helwesta astengkirina pîrozbahiya Newrozê berdin û rê vekin ku Newroz di nava aştî û ewlekariyê de were pîrozkirin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di 20'ê Adarê de beşdarî pîrozbahiya me ya Newrozê ya li meydana Bakirkoy Pazar, bibe."