Li girtiyên hatin sirgûnkirin îşkence hat kirin
Derket holê, li 24 girtiyên siyasî yên ji Şirnexê sirgûnî Rîzeyê hatin kirin, 4 rojan di rê de îşkence hatiye kirin.
Derket holê, li 24 girtiyên siyasî yên ji Şirnexê sirgûnî Rîzeyê hatin kirin, 4 rojan di rê de îşkence hatiye kirin.
Derket holê, li 24 girtiyên siyasî yên şeva 6'ê Adarê ji Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê sirgûnî girtîgeha li Rîzeyê hatin kirin, 4 rojan di rê de îşkence hatiye kirin.
Ji girtiyên hatin sirgûnkirin Ridvan Yûsûfoglû ku hikumxwarê 23 salan e, bi rêya malbata xwe ragihand, ku îşkence li wan hatiye kirin.
Yûsûfoglû diyar kir, ew 4 rojan di rê de bûn, bi ti awayî pêdiviyên wan nehatine tedarikirin û timî îşkenceya devkî û fîzîkî li wan hatiye kirin.
Yûsûfoglû da xuyakirin, ku di rê de wesayîta ew tê de bûn şewitiye, di kêliya dawî de ji mirinê filitîne û anî ziman, li ber deriyê girtîgehê jî lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber ku wan qebûl nekirine, rastî lêdanê hatine.
Yûsûfoglû ragihand, li Girtîgeha Rîzeyê jî hînê zexta psîkolojîk li wan tê kirin û banga baldar û berpirsyariyê li raya giştî kir.