AKP li Freîbûrgê hat şermezarkirin: Ji Kurdistanê bicehime!
Kurd û dostên wan ên li Freîbûrgê dijîn, komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin şermezar kirin û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.
Kurd û dostên wan ên li Freîbûrgê dijîn, komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin şermezar kirin û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên çeteyên AKP'ê li Bakurê Kurdistanê dikin, li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê ve hat organîzekirin. Di çalakiya li ber avahiya Şaredariya Freîbûrgê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Erdogan ê kujer ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn. Çalakgeran berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin.