ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li ser Cerdevanan gefa “derkevin operasyonê”
Hêzên dewleta Tirk hewl dide ku cerdevanan jî tevlî êrîşên li ser Şirnexê bike, hat ragihandin ku cerdevanên ku li Elkê naxwazin tevlî operasyonan bibin tên tehdîdkirin. -
DBP’a Wanê: Em têkoşînê bidomînin
Li Wanê, zextên polîsan ên li ser avahiya DBP’a bajêr hat protestokirin. -
Onlu: Gel wê qedexeyan nas neke
Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu diyar kir ku qedexeyên Newrozê yên walîtiyan îlan kirine wê pêk neyeê, banga tevlîbûna pîrozbahiyan kir. -
Ji Qilaban banga Newrozê
Komîteya Amedekariya Newrozê a Qilabanê, diyar kirin ku ew biryara qedexeya Walîtiya Şirnexê nas nakin û banga beşdariya Newrozê li Qilabaniyan kir. -
YPG: Êrîşên li ser Şêxmeqsud û Tişrînê didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên li ser taxa Şêxmeqsud a Helebê û Bendava Tişrîn a Kobanê berdewam dikin. -
Demîrtaş: Zarokên berxwedanê ji qedexeyan natirsin, Dehaq ditirsin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Newroza Farqînê de bal kişand ser qedexebûyînên li ser pîrozbahiyên Newrozê. -
Dawûtoglû li Brukselê hat protestokirin: Biceheme!
Li Brukselê ziyareta Davûtoglû ya Ewropa hat protestokirin. -
Li Dêrsimê di pêşengtiya DEM-GENÇ’ê de agirê Newrozê hat pêxistin
Li Dêrsimê xwedekaran dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. -
Polîsan êrîşî parêzeran kir
Parêzerên OHD û ÇHD'ê yên ku xwestin ji bo 9 parêzerên OHD'î yên ku di çarçveya operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin li ber Edliyeya Stenbolê daxuyaniyê bidin rastî êrîşa polîsan hatin. -
Li Strasboûrgê panel: Serketina Kurdan Erdogan dîn kir!
Di panela li Strasboûrgê de li hember şerê ku Erdogan li dijî Kurdan daye destpêkirin nerazîbûn derketin pêş, pêwîstiya piştgiriya bi Kurdan hate ziman. Di panelê de hat destnîşankirin ku “Serketina Kurdan Erdogan dîn kiriye.” -
Polîsên Tirk li Edliyeyê êrîşî parêzeran kirin
Ji bo 9 parêzerên hatin binçavkirin, parêzeran xwestin li ber Edliyeya Stenbolê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê polîsên Tirk bi mertalan êrîşî parêzeran kirin. -
Parlamenta Danîmarkayê: Em ji qewimînên li Tirkiyeyê bi fikar in
Parlamenta Danîmarkayê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî gelê Kurd û binpêkirina mafên mirovan da. -
Elmanyayê Sefaretxaneya xwe ya li Enqereyê girt
Piştî çalakiyên li Enqereyê, Elmanyayê biryar da Sefaretxaneya xwe ya bilind û konsolosxaneya xwe ya li Tirkiyeyê bigire. -
Wezîra Karên Derve ya Swêdê: Bila AKP êrîşên xwe yên li dijî Kurdan biqedîne
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom da xuyakirin, ku rejîma Saddam di 16'ê Adara 1988'an de yek ji mezintirîn komkujiyên bi çekên kîmyewî kir û 5 hezar Kurd qetil kir. -
Komkujiya Helebçeyê û AKP li Stockholmê hatin şermezarkirin
Di salvegera 28. a Komkujiya Helebçeye de li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. -
Bazara qirêj a YE-Tirkiye li ber Senatoya Romayê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî li ber senatoya Romayê li hev civiyan û bazara qirêj a Tirkiye û Yekîtiya Ewropa (YE) li ser penaberan dikin, şermezar kirin. -
Newroz li welatê Baskê tê pîrozkirin
Newroz li welatê Baskê tê pîrozkirin. Pîrozbahî wê sê rojan dewam bikin. -
N-TV: Peydakirina şervanan wê ji bo PKK'ê ne zehmet be
Di şîrove-nûçeyek li qenala N-TV ya Elman de rewşa xitimandî ya şerê Dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan ê li hemberî Kurdan hat nirxandin. -
Baroyên Fransayê nerazîbûneke tund nîşanî girtina parêzerên Kurd dan
Binçavkirina û girtina parêzerên Kurd û azadîxwaz, ji aliyê Konfearnsa Baroyên Fransayê û Baroya Parîsê ku 27 hezar parêzeran temsîl dike ve bi tundî hat şermerzarkirin. -
Koç: Em ê Newroza li Elmanyayê bi ruhê Mehmet Tûnç pîroz bikin
Kurdên li Elmanyayê dijîn, Newroza îsal li bajarê Elmanya Hannoverê pîroz dikin. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç got, "Em ê Newroza îsal bi ruhê Mehmet Tûnç, bi coşa serhildanê pîroz bikin." -
Li Stewrê ‘Her der Newroz, her der berxwedan’
Li Stewrê ya starta pîrozbahiya Newrozê da, hêzên dewleta Tirk êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin. Gelê Stewrê li hember êrîşên dewleta Tirk ketin berxwedanê, Newroz û berxwedan li tevahiya navçeyê belav bû. -
Li Kolnê hunermendan qetlîama Helepçe bi bîr anîn
Hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê, bi armanca protestokirina salvegera qetlîama Helepçeyê li pêşiya avahiya Dêra Dom a Kolnê çalakiyek li dar xistin. -
Mamostaya nexweşiya Epîlepsî hat girtin
Mamostaya nexweşiya Epîlepsî ya bi navê Jiyan Ozturk a li Mêrdînê hat binçavkirin, bi hinceta ku beriya çend salan beşdarî mîtîngekê bûye hat girtin. -
Şahidê bûyerê: Polîsan jinek înfaz kirin ya din jî qetil kirin
Li Êlihê duh êvarî polîsan du jin qetil kirin, şahidê bûyerê jinên hatine înfazkirin û qetilkirin vegot. -
Li Nisêbînê li hember gundê cerdevananên beşdarî oparasyonan nebûn êrîşa bi hewanan
Li Nisêbînê ku êrîş berdewam dikin, 3 hewanên ji tabûra leşkeran hatin avêtin, li gundê Çaglar ên cerdevanên diyar kiribûn ku beşdarî oparasyonan nabin ket.