N-TV: Peydakirina şervanan wê ji bo PKK'ê ne zehmet be
Di şîrove-nûçeyek li qenala N-TV ya Elman de rewşa xitimandî ya şerê Dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan ê li hemberî Kurdan hat nirxandin.
Di şîrove-nûçeyek li qenala N-TV ya Elman de rewşa xitimandî ya şerê Dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan ê li hemberî Kurdan hat nirxandin.
Di şîrove-nûçeyek li qenala N-TV ya Elman de rewşa xitimandî ya şerê Dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan ê li hemberî Kurdan hat nirxandin. N-TV diyar kir, ku ji bo PKK'ê pirsgirêka peydakirina şervanan di nava gelê Kurd de nîne û bal hat kişandin ser bêwatebûna sozên Erdogan ên ji bo 'qedandina PKK'ê.
N-TV ragihand, Erdogan 'xendekê' di navbera Kurd û Tirkan de kûrtir dike û da zanîn, stratejiya krîmînalîzekirinê ku AKP'ê berî hilbijartinên 1'ê Mijdarê xist meriyetê, Tirkiye gihandiye asta şerekî navxweyî.
Di nûçeya bi îmzeya Îssîo Ehrîch de bal tê kişandin ser projeya qaşo ji nû ve avakirinê ya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû di destpêka meha Sibatê de li Mêrdînê eşkere kir û hat destnîşankirin, ku di nava dema ji ser bihuriye de derket holê ku ev plana ji 10 xalan 'utopîk û xerîbê cîhanê' ye.
RÊBAZA LEŞKERÎ WÊ BIBE SEDEMA 'HÎN BÊHTIR ÊŞ, HÎN BÊHTIR MIRINÊ'
Di dewama nûçeyê de hat bibîr xistin, piştî teqîna li Enqereyê balafirên Tirk êrîşî qadên Başûrê Kurdistanê kirin û hat ragihandin, li pêşberî daxuyaniyên 'em ê terorîzmê bînin ser çokan' ên Erdogan, 'çavdêr şaşwazî bûne'. N-TV di şîrove nûçeya xwe de diyar kir, ku di şerê 30 salan ê di navbera dewleta Tirk û Kurdan de 40 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane û ev tespît kir, "Lîstika Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû bi hêzên leşkerî re, wê hîn bêhtir rê li ber êş û mirinan veke."
Di nûçeyê de hat ragihandin, Erdogan piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, qewimînên li dû komkujiya li Pirsûsê ji bo şer ji nû ve bide destpêkirin bi kar aniye û sûcdariyên 'şerê li hemberî Kurdan ji bo kampanya hilbijartinê bi kar aniye' hat bibîrxistin.
Hat destnîşankirin, ku HDP her çend li hemberî şerê çekdarî jî be, beşeke girîng a endamên partiyê, sedemên şer ên ciwanên Kurd mafdar dibînin. Di dewama nûeçyê de hat ragihandin, ku beşeke mezin a Kurdên li Tirkiyeyê xwe di nava zextê de dibînin û di wê baweriyê e ne, ku ji bo parastina xwe, şensekî din nîne.
'STRATEJIYA KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ AKP BI SER XIST, TIRKIYE GIHAND ASTA ŞERÊ NAVXWEYÎ'
N-TV da zanîn, ku armanca stratejiya krîmînalîzekirinê ya Erdogan beriya hilbijartinê, qezenckirina hilbijartinê bû û bibîr xist, ku bi saya vê yekê AKP'ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de piraniya kursiyên parlamentê bi dest xist. Di nûçeya N-TV de hat destnîşankirin, ku ev stratejiya krîmînalîzekirinê Tirkiye gihandiye asta şerekî navxweyî yê nû.
'PEYDAKIRINA MILÎTANAN WÊ JI BO PKK'Ê NE PIRSGIRÊK BE'
Di şîrove-nûçeyê de hat bibîrxistin, ku di şerê li Kurdistanê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane û hat gotin, ji ber tank, helîkopter an jî şerê li hemberî PKK'ê, 350 hezar mirovî cih û warên xwe terikandine û li nava welêt sirgûn bûne.
Di nûçeyê de bal hat kişandin ser daxuyaniyên Erdogan ên li ser 'qedandina PKK'ê bi rêya şer re' û hat gotin, "Pêwîste Erdogan bizanibe ku PKK di nava 14 mîlyon nifûsa Kurdan de, ji aliyê peydakirina şervanan ve wê pirsgirêkê nejî."
'ERDOGAN XENDEKÊ DI NAVBERA KURD Û TIRKAN DE KÛRTIR DIKE'
Di nûçeyê de hat ragihandin, Tayyîp Erdogan xendekê di navbera Kurdan û Tirkan de kûr dikole û hat destnîşankirin ku mînakên vê yekê bi awayekî vekirî tê dîtin. Li Sêwasê nedana otelê ji bo lîstikvanên Amedsporê, weke mînakek ji vê hat nîşandan.
N-TV di nûçeya xwe de her wiha ragihand ku Amedsporê ji ber gotina 'Bila zarok nemirin, bê li lîstika futbolê temaşe bikin' hatiye cezakirin.