YPG: Êrîşên li ser Şêxmeqsud û Tişrînê didomin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên li ser taxa Şêxmeqsud a Helebê û Bendava Tişrîn a Kobanê berdewam dikin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî da:

“Êrîşên komên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.

Di çarçoveya van êrîşan de 16’ê Adarê saet di 19.00’an de komên çeteyan bi fûzeyên Girad, çekên giran û topên dojehê li dijî cih û warên sivîlan û nuqteyên YPG’ê yên taxa Şêx Meqsûdê êrîşek li dar xistin.

16’ê Adarê di navbera saet 08.00 û 15.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser rojavayê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.”