Li Dêrsimê di pêşengtiya DEM-GENÇ’ê de agirê Newrozê hat pêxistin
Li Dêrsimê xwedekaran dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin.
Li Dêrsimê xwedekaran dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin.
Li Zanîngeha Dêrsimê di pêşengtiya DEM-GENÇ’ê de xwedekaran agirê Newrozê li qada fakulteyê pêxistin. Di dema ku agirê Newrozê hat pêxistin de dirûşmên “Agirê Kawa wê sarayê hilweşîne”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newoz” qîr kirin.
Li qadê li ser navê xwedekaran endama DEM-GENÇ’ê Şîlan Kara metna amadekirin xwend û wiha anî ziman: “Newroz roja ku agirê azadî û serketina gelê mazlûm û bindestan e. Newroz roja li dijî Dehaqên hemdem bilindkirina têkoşînê, gel li dijî emperyalîzmê û havkarên wan şer bilind kirinê ye. Ji Zîlanê heta Agiriyê, ji Dêrsimê heta Koçgiriyê, ji Newala Qesaba heta Qilaban, ji Cizîrê heta Sûrê, ji Nisbînê heta Geverê, li dijî înkara Dehaqan, li dijî polîtîkayên qetlîam û asîmlasyonê ji Şêx Saîd heta Seyîd Riza, ji îsyana Mazlûm heta agirê yekem ê çaran, di têkoşîna azadiya jina Kurd ji Sakîne Cansiz a jina asî û berxwedêr dewir girtiye, ji bo jiyanek wekhev û bi rûmet li ber xwe didin îro bi agirê Newrozê berdewam dike.”
Piştî axaftinan, koma erebaneyê li ser dikê û agirê Newrozê pêxistin.
BANGA JI BO PÎROZBAHIYA SIBEHÊ
Li aliyê din endamên DEM-GENÇ’ê bang li xwendekaran kirin ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya sibehê (18’ê Adarê) li Dêrsimê bê lidarxistin bibin. Wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî beşdar bibe.