Ji Qilaban banga Newrozê

Komîteya Amedekariya Newrozê a Qilabanê, diyar kirin ku ew biryara qedexeya Walîtiya Şirnexê nas nakin û banga beşdariya Newrozê li Qilabaniyan kir.

Komîteya Amedekariya Newrozê a Qilabanê, diyar kirin ku ew biryara qedexeya Walîtiya Şirnexê nas nakin û banga beşdariya Newrozê li Qilabaniyan kir.

Komîteya Amadekariya Newrozê ya Qilabanê têkildarî qedexeya Newrozê ya Walîtiya Şirnexê civîneke çapemeniyê li dar xist, diyar kir ku ew qedexeyan nas nakin û wê Newroz li gorî dîroka hatî destnîşankirin bê pîrozkirin. Di civîna li avahiya DBP’ê ya navçeya Qilabanê hat kirin de endama Komîteya Amadekar Muzeyyen Rustemoglû axivî û bal kişand ser giringiya Newrozê û destnîşan kir ku qedexe pêşiya berxwedana gelê Kurd nagire.

Komîteya Amadekar bang li gel kir ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya 20’ê Adarê saet 10:00’an wê li navenda navçeyê bê lidarxistin bibin.