ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Qoserê gelê ku bi polîsan re şer kirin agirê Newrozê pêxistin
Li Qoserê ji bo pîrozbahiya Newroza sibehê çend saetek mayî, gel ji niha ve daketin kolanan û agirê berxwedanê pêxistin. -
Li gelek navendan Newroz hate pîrozkirin
Tevî hewldanên qedexekirina AKP’ê jî bi hezaran kes li kevneşopiya Newrozê xwedî derketin. Girseya berxwedan li taxan berfireh kir, agirê Newrozê geş kir. -
Devrîmcî Karargah: Êdî bihar hat!
Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşgerî) bi peyamekê Cejna Newrozê pîroz kir. -
Li Edeneyê gel li ber xwe dide, polîs vedikişin
Polîsên Tirk ên li Edeneyê êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin, ji ber berxwedana gel vekişiyan. Polîsên Tirk careke din êrîş kirin û vê carê li bin guhê berxwedana bi pêşengiya jinan ketin. -
Li Bakirkoyê daxuyaniya heyeta HDP’ê hat astengkirin
Daxuyaniya çapemeniyê ya heyeta HDP’ê ya ku ji Şîrînevlerê çûn Bakirkoyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan bi guleyên plastîk êrîşî HDP’yiyan kirin. -
Stenbolê qedexe nas nekir: Her der Newroz e
Gelê Stenbolê, tevî qedexeyê jî xwedî li Newrozê derket û li taxan Newroz pîroz kir. Welatiyên xwe gihandin Bakirkoyê jî rastî êrîşa polîsan hatin. -
Çeteyên Erdogan li Brukselê konê Kurdan şewitandin
Konê Kurdan ê li dijî komkujiyên dewleta Tirk li paytexta Belçîka Brukselê hat vedan, hat şewitandin. Endamê Komîteya Amadekar Xebat Ocalan diyar kir, piştî ku Erdogan ew hedef nîşan da, kon ji aliyê çeteyên Erdogan ve hatiye şewitandin. -
Nasnameya bombeyê zindî yê DAIŞ'î yê xwe li Îstîklalê teqand, eşkere bû
Çeteyê DAIŞ'ê yê roja Şemiyê li kolana Îstîklal a Stenbolê bombeyên li ser xwe teqand û rê li ber mirina çar kesan vekir, bi testa DNA'yê re eşkere bû, ku Mehmet Ozturk e. -
Li Stenbolê berxwedana Newrozê ya li dijî êrîşa polîsan dewam dike
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag diyar kir, qedexe wê nikaribin pêşî li wan bigirin û destnîşan kir, ku ew ê biçin Bakirkoyê. -
Li Edeneyê dorpêçiya polîsan hat şikandin, gel li qada Newrozê ye
Li Edeneyê, piştî êrîşa polîsan a li hemberî pîrozbahiya Newrozê, ciwan bi flamayên sor ketin nava qada Newrozê ya ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. -
Newroz li Stockholmê hat pîrozkirin
Li paytexta Swêd Stockholmê, bi şeveke ku lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt û gelek siyasetmedarên Swêdî, Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn, hat pîrozkirin. -
HDP: Tevî astengiyan jî gelê me diherike qadê
Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cesîm Soylû û Parlamentera HDP'ê Fîlîz Keretecîoglû, astengiya li pêşiya Newroza li Stenbolê şermezar kirin û xwestin, ev astengî bê rakirin. -
Newroz li Tokyo hat pîrozkirin
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Tokyo de mesaja, "Karê me ye ku em Newroza 2016'an veguherînin şoreşeke hemdemî" hat dayîn. -
Li Stenbolê polîs êrîş dike, gel ber bi Newrozê ve diherike
Ji bo tevlî Newroza 'qedexe'kirî ya li Bakirkoy a Stenbolê bibe, girseya gel danê sibehê li ber Lîseya Şaîr Abay li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. -
Newroz li Zurîchê hat pîrozkirin
Cejna Newrozê li Zurîchê bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin. -
Li Edeneyê polîsan êrîşî Newrozê kirin
Girseya gel a ji bo pîrozkirina Newrozê li xaçerêya Karasû li hev civiya, rastî êrîşa polîsan hat. Gel bi berxwedanê nerazîbûn nîşanî polîsan da. -
Avahiya HDP'ê ya Yuksekdag wê daxuyaniyê lê bide hat dorpêçkirin
Avahiya HDP'ê ya Navçeya Stenbol Bahçelîevlerê, ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek wê daxuyaniyê lê bidin, ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin. -
ESP'yiyên pankarta Newrozê vekirin hatin binçavkirin
Endamên ESP û SGD'ê li ser pira Yenîsahra ya E-5 pankarta bi nivîsa "Agirê Newrozê wê Qesrê bişewitîne" daliqandin. Lê belê polîsan ew binçav kirin. -
Li Stenbolê êrîşa li dijî Newrozê: Gelek kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk ên êrîşî pîrozbahiya Newrozê ya li Başakşehîr a Stenbolê kirin, gelek kes binçav kirin. -
Newroz li Lîege û Marîgnanê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Ewropaye dijîn, bi çalakiyên cihêreng Newrozê pîroz dikin. Li bajarê Belçîka Lîege û li bajarê Fransa Marîgnanê Newroz hat pîrozkirin. -
Pîrozbahiyên Newrozê li Danîmarkayê destpê kirin
Hevserokatiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li Danîmarkayê eşkere kir. -
Demirtaş: Divê hemû gel wek Kurdan li hember polîtîkayên AKP’ê dengê xwe bilind bike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş axivî û diyar kir ku divê gel li hember polîtîkayên mirin û şer ên AKP’ê dengê xwe bilind bike. -
YPS: Li Nisêbînê 7, Geverê jî 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di çalakiyên YPS/YPS Jin ên li Gever û Nisêbînê de bi giştî 12 çete hatin kuştin. -
Kurdên Ermenîstanê Federasyona Demokratik a Rojava silav kirin
Li Ermenistanê îro Kurdistaniyan bi daxuyaniyek nivîskî ve damezirandina Federasyona Demokratîk a Rojava silav kirin. -
'Divê dewlet bi sûcên xwe ve hevrû bibe'
Li Êlih û Amedê vê hefteyê jî xizmên windayan aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin pirsîn.