Stenbolê qedexe nas nekir: Her der Newroz e
Gelê Stenbolê, tevî qedexeyê jî xwedî li Newrozê derket û li taxan Newroz pîroz kir. Welatiyên xwe gihandin Bakirkoyê jî rastî êrîşa polîsan hatin.
Gelê Stenbolê, tevî qedexeyê jî xwedî li Newrozê derket û li taxan Newroz pîroz kir. Welatiyên xwe gihandin Bakirkoyê jî rastî êrîşa polîsan hatin.
Tevî qedexeya Walîtiya Stenbolê jî, gel ji bo Newrozê pîroz bike hewl da xwe bigihîne Bakirkoyê. Lê belê polîsan li hemû taxan êrîşî gel kirin. Mirovên nikarîbûn ji taxan derkevin, agirê Newrozê li cihê lê bûn dadan. Yên xwe gihandina Bakirkoyê jî, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan li Şîrînevler û Bakirkoyê nehiştin rojnamevan karê xwe bikin.
ŞÎRÎNEVLER
Avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya li Şîrînevlerê, ku wê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Kamûran Yuksek daxuyanî lê bidan, danê sibehê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û kesî nikarîbû xwe bigihîne avahiyê.
Polîsên li ser pira Şîrînevlerê benda kontrolê danîn, her kes di kontrola GBT de derbas kirin. Welatiyên ji vir derbas bûn jî destûr ji wan re nehat dayîn ku bikevin kolana Nîl a avahiya HDP'ê lê ye. Her wiha bi şertê 'qerta zer' pêşî li rojnamevanan hat kirin ku biçin avahiya HDP'ê.
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Stenbolê Cesîm Soylû yê li avahiya HDP'ê bû li vir axivî, nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan da û got, "Gelê me tevî astengiyan jî diçe qadê. Ev astengî bêwate ne." Parlamentera HDP'ê Fîlîz Keretecîoglû jî xwest, dawî li astengiyan bê anîn.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, ji ber ku polîsan nehiştin rojnamevan xwe bigihînin avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê, li serê kolana avahî lê ye, daxuyanî dan çapemeniyê.
Yuksekdag nerazîbûn nîşanî Walîtiya Stenbolê da ku pîrozbahiyên Newrozê qedexe kiriye û hat gotin, "Bi qedexekirina qadê re Newroz nikare bê qedexekirin. Qedexe nikarin li pêşiya me bibe asteng."
Yuksekdag got, "Em bang li gelê xwe dikin ku li gorî cewhera Newrozê cejna xwe pîroz bike" û diyar kir, tevî parlamenteran ew ê li Bakirkoyê bin. Piştî daxuyaniyê heyeta HDP'ê berê xwe da Bakirkoyê.
BAKIRKOY
Li gel qedexe û astengiya Walîtiya Stenbolê bi sed hezaran Stenbolî ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê bibin ji serê sibê de berê xwe dan Qada Newrozê. Girseyên ku ji çar aliyên Stenbolê berê xwe dan Bakirkoyê li gelek nuqteyan rastî astengî û êrîşên polîsan hatin. Girseyên ku di saetên serê sibê li ber avahiya navçeyên Bagcilarê a HDP'ê kom bûn, bi otobusan xwestin biçin qada Newrozê. Girseya ku xwest bimeşin rastî êrişa polîsan hatin. Di êrîşa polîsan de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Polîsên bi maşîneyên zirxî li nava taxan geriyan gef li welatiyan xwarin.
Polîsan li Qada Bakirkoyê kontrola GBT'ê kirin û 3 kes binçav kirin. Xebatkara Dengê Amerîkayê Zozan Yaşar ji aliyê polîsan ve hate derbkirin. 4 welatiyên ku xwestin bi metrobusê ve biçin Bakirkoyê hatin binçavkirin.
Li Pira Metro ya Încirlî ya Bakirkoyê jî bi hezaran welatî kom bûn û xwestin bimeşin qada Newrozê. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastik êrîşî girsê kir û pevçûn derket. Di bûyerê de gel li kolan û taxan belav bûn. Gel li dijî polîsna bi inat Newroz pîroz kirin.
Li Bakirkoyê xebatkaren Kovara Ozgur Halkê Sipan Kaya û Rabîa Ozkaya jî bêyî hincet bê nîşandan hatin binçavkirin. Ciwanên ku bi silogana "Bijî Serok Apo"xwestin bimeşin qada Newrozê rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanên rasti êrîşê hatin jî bi berxwedanê bersîv da polîsan.
TAXA GAZÎ
Li taxa Gaziyê jî gel li ber Lîseya Şaîr Abay kom bû. Polîsan otobusa girseyê bi wesayîtên zirxî ve dorpêç kirin û xwest asteng bikin. Polîsan mifteya otobusê desteser kir. Nûçegihanê ETHA'yê Ûlaş Omer Sezgîn ê ku xwest dorpêça polîsan bikişîne jî hate astengkirin. Gel ji bo ku bi wesayîtên xwe ve biçin qadê biryar girtin. Li taxê rageşî didome.
Welatiyên ku serê sibehê ber bi qada Newrozê ve derketin rê bi dorpêça polîsan ve rû bi rû dimînin 7 kesên li Nûnertiya HDP'ê ya Taxa Demîrkapi ya Bagcilarê serê sibehê hatin binçavkirin. Nûçegihana Ozgur Gundemê Elîf Aydogdû û xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Mazlûm Gokguz jî hatin binçavkirin. Aydogdû û Gokguz birin Qereqola 100. Yilê ya Kemal Paşa.
Dîsa li Esenyûrtê jî polîsan 3 kes binçavkirin. Li vir jî polîsan qertên nûçegihanê Ozgur Gundemê Firat Yeşîlçinar û nûçegihana JINHA'yê Ozlem Çîçek desteser kirin. Polîsan dîmen û wêneyên rojnamevanan jî jê birin.
Li Sarigaziya Sancaktepe ya Stenbolê polîsan êrîşî 200 kesên ku xwestin biçin Newrozê kirin, wesayîtên wan jî girêdan. Gel berê xwe da avahiya HDP'ê ya Sancaktepeyê.
OKMEYDANI
Gelê Okmeydani, li ber nûnertiya HDP'ê ya Şîşlî li hev civiya. Lê berlê pêşiya avahiya HDP'ê bi maşînên zirxî yên polîsan hat girtin. HDP'yiyan xwestin bi wesayîtên xwe biçin Bakirkoyê, lê li ser pira Încîrlî ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin.
ZEYTÎNBÛRNÛ
Girseyên ku li Parka Çirpici ya Zeytînbûrnu ya Stenbolê jî kom bûn li dijî qedexeyên AKPê dîsa Newroz pîroz kir. Girsê bê navber siloganên "Her der Newroz, her der berxwedan" û "Bijî berxwadana Sûrê" berz kir. Polîsên ku pîrozbahî tehamul nekir bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir û girsê jî bi govendê bersîv da polisan.
Li Haciahmetê jî polîs bi maşîneyên zirxî li kolanan geriyan û li GBT'ê welatiyan nerîn.
Gel li dijî êrîşên polîsan û qedexeyên AKP'ê dîsa gel li gelek qadan Newroz pîroz kir û di ber xwe da. Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) diyar kir ku li gorî agahiyên gihiştine destê wan herî kêm 30 kes hatine binçavkirin. Binçavkirin didome.