Newroz li Zurîchê hat pîrozkirin

Cejna Newrozê li Zurîchê bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin.

Li bajarê Swîsre Zurîchê, cejna Newrozê bi meşeke girseyî ya ji aliyê DEM-KURD'ê ve hat organîzekirin, hat pîrozkirin.

Kurdistanî û dostên wan, saet di 18:30 de ji bo pîrozkirina Newrozê li Helvetîa Platzê li hev civiyan û bi meşaleyan û pankarta bi nivîsa "Newroz pîroz be" meşiyan.

Tevî pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk gelek komên çep ên Swîsreyî jî destek dan meşê. Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Newrozê destpê kir. Dûre nûnerên DEM-KURD, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û siyasetmedarê Sîsreyêı Adrea Staûfacher axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîn û piştgiriyê û ragihandina Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin.

Piştî pêxistina agirê Newrozê fîşekên hewayî hatin teqandin û govend hat gerandin.

...