Li Bakirkoyê daxuyaniya heyeta HDP’ê hat astengkirin
Daxuyaniya çapemeniyê ya heyeta HDP’ê ya ku ji Şîrînevlerê çûn Bakirkoyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan bi guleyên plastîk êrîşî HDP’yiyan kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê ya heyeta HDP’ê ya ku ji Şîrînevlerê çûn Bakirkoyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan bi guleyên plastîk êrîşî HDP’yiyan kirin.
Daxuyaniya Cîgira Serokê Meclîsê û Parlamentera HDP'ê Pervîn Bûldan û parlementeran a ji Şîrînevleriyê çûn Bakirkoyê hat astengkirin.
Polîsan diyar kirin ku rê nadin ku daxuyaniyê bidin û nehiştin 50 HDP’yî û parlementer bên gel hev.
Di navbera polîs û parlementeran de alozî derket. Parlementer ji kolanê veqetiyan, polîsan vê carê êrîşî HDP’yiyên ku bi çepikan êrîş protesto dikirin kirin. Rêveberekî HDP’yî hat binçavkirin.