Demirtaş: Divê hemû gel wek Kurdan li hember polîtîkayên AKP’ê dengê xwe bilind bike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş axivî û diyar kir ku divê gel li hember polîtîkayên mirin û şer ên AKP’ê dengê xwe bilind bike.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş axivî û diyar kir ku divê gel li hember polîtîkayên mirin û şer ên AKP’ê dengê xwe bilind bike.
Li navçeya Bazîdê ligel qedexeyê bi hezaran kes bi dirûşma "Her der Newroz, her dem Newroz" agirê berxwedanê geş kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş li vir axivî û diyar kir ku divê her gel li hember polîtîqayên mirin û şer yên AKP’ê dengê xwe bilind bike û got: “Serokomarek nikare welatiyên welêt wek dijmin nişan bide. Heke tu kesên deng nedane te wek dijmin îlan bikî wê arteşeke gel a bi deh mîlyonan pêk tê derkeve pêşberî te.”
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ligel qedexeya qeymaqamtiyê, Newroz bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş û bi hezaran welatiyan hat pîrozkirin. Ligel ku gelek wext ji pîrozbahiyê re mabû bi hezaran welatî hatin ber avahiya şaredariyê ku bi pankartên ku li ser “Bi agirê berxwedanê serokatî wê azad bibe” û “Ji Botan û Sûrê re silav” dinivîsî hatibû xemilandin. Di pîrozbahiya ku gelek welatî bi kiras, fistan û şal û şepikan beşdar bû de her tim dirûşmên “Bijî serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” hatin berzkirin.
Her kuçeya ku derdora qada pîrozbahiyê bi maşîneyên zirxî hatin dorpêç kirin lê belê gelek esnaf jî darabayên dikanên xwe anîn xwarê û beşdarî coşê bûn. Welatiyên ku bi stranên berxwêdêr govend gerandin bi rengên kesk, sor û zer qadê veguherandin keskesorê. Demirtaş piştî deqîqeyek rêzgirtinê a ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane derket ser dike û bi derketina wî coşa hezaran derket lûtkeyê. Demirtaş di destpêka axaftina xwe de Newroza gelê Bazîdê pîroz kir.
‘AKP XWE DISPÊRE ZOR Û ZORBATIYÊ’
Demirtaş da zanîn ku li welatê demokrasî heye, welatî bi rehetî ramanên xwe tînin ziman dîktatorî jî tune ye. Demirtaş destnîşan kir ku AKP ji demokrasiyê aciz e û li cihê demokrasî hebe jî partiyên wek AKP’ê tune ne û wiha axivî: “Li vir jî AKP xwe dispêre zor û zorbatiyê ji ber vê jî li ser piyan dimîne.”
‘EW JÎ DI HEMDÊ ZORBATIYA XWE NE’
Gotinên Demirtaş her tim bi dirûşma “Kujer Erdogan” hat birîn û Demirtaş di axaftina xwe de cih da van gotinan: “Sedî 49 deng girtine lê belê ji hemû welatiyan ditirsin. Ji lîstikvan, akademîsyênên şaneya xwe avêtine belavoka aştiyê, ciwan û zarokan ditirsin. Darazê û dadgehan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Heke li welatekî dadgeh ji bo gel biryaran nekarî bistîne dewlet jî têk diçe.
'WÊ LI HEMBER XWE ARTÊŞA GEL A BI DEH MÎLYONAN PÊK TÊ BIBÎNIN'
Saziyên dewlete ji bo xizmetê AKP’ê bikin bi dil û can dixebitin. Di nav AKP’ê de jî kesên ji vê aciz in hene. Lê belê nikarin dengê xwe derxin. Çawa li ser gel terora AKP’ê heye heman tişt li ser darazê jî heye. Kesên dengê xwe derdixin wek dijmin tên pênasekirin. Serokomarek nikare welatiyên welêt wek dijmin nişan bide. Heke tu kesên deng nedane te wek dijmin îlan bikî wê arteşeke gel a bi deh mîlyonan pêk tê derkeve pêşberî te.
'EM NE WEKHEV IN'
Beriya niha li Agirî û Zîlanê jî heman sêpan hebûn. Dibêjin em bira û xwişkên hev du ne. Heye birayê min heye. Cudakarî heye. Em ne wekhev in. Zarokên tirk bi zimanê xwe perwerde dibinin û dikarin dîroka xwe hîn bibin. Lê belê zarokên Kurd vê nikarin. Heke wekhevî hebûya pirsgirêk jî nedima. Kesê ku peyva Kurdistanê tîne ziman li hember lêpirsînê tê. Beriya 900 salan Kurdistan û Kurdî qedexe nebû. Ma hûn çima ev sedsalê dawîn îxanetê li biratî û xwişkitiyê dikin?
'WELAT LI BER ZINARÊ YE'
Yê ku şer û mirinan dest pê kir jî AKP bi xwe ye. Divê ji wan hesap bê pirsin. Bi kesên hatine tayînkirin dixwazin vir birêve bibin. Ew jî wek nûnerên AKP’ê hewl didin. Ji Enqerê çi ferman tê wê dixin meriyete. Li vî welatî wekhevî nîn e. Êdî mirov ji hev bawer nakin û baweriya bi hev re jiyanê jî namîne. Ji ber ku pergalek navenda wê qesre dixwazin ava bikin. Welat niha li ber zinarekî ye. Heke hinek dîsa pêş ve biçin wê bikevin wir. Di wê demê de bila baş bizanibin ku cara yekemin wê ew ê di wê zinarê de bipelçiqin.
'DIVÊ HER KES WEK KURDAN DENGÊ XWE BILIND BIKE'
Em wek HDP ji bo ku gelên Tirkiyeyê zirarê nebînin hewl didin. Li her cihî operasyon û komkujî pêk tên. Li cihê ku bi diyalogê pirsgirêk werin çareserkirin bi tank û topan dixwazin gel bipelçiqînin. Îro kesên jiyana xwe ji dest didin hemû zarokên xizanan in. Divê li hember vê jî di serî de tirk hemû gel wekî gelê Kurd dengê xwe bilind bike. HDP nayê wê wateyê ku Kurd bibin tirk.
NE BI DEMÎ BI TEMAMÎ BIGUHERÎNIN
Serokwezîr jî li hember serokomar nikare dengê xwe bilind bike. Qesr çi fermanê dide ew jî tînin cih. Heke li ciheke demokrasî lê heye ev pêk bihata wê bi riya meclise destnedayîna serokomar jî bihata rakirin. Lê li vir parlementerên AKP’ê wekî pisîkên şîr rêtine disekinin. Werin em hemû desavêtina rakin. Ne bi demî bi temamî biguherînin û destavêtina serokomar jî bê rakirin. Zagona 83’emîn bi temamî bila bê rakirin. Nexwe tene HDP’yî biçin ber darazê em vê qebûl nakin.”
Demirtaş di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew ji girtinê natirsin û wiha axivî: “Em tene ji xwedê ditirsin. Em destûra bêhurmetiyê a li hember kesên deng dane me qebûl nakin. Li ser me dixwazin we ciza bikin. Lê em ê destûrê nedin vê yeke. Em ji girtîgehan natirsin. Em biçin jî em ê bi serbilindî biçin. Lê bele dema gotin ser tê girtîgehan ew dilerizin. Di warê siyasî de jî em berdêlê nadin bila ev jî baş bê zanîn. Gelê me wê ji pozê AKP’ê re bîne. Kesê ku dixwaze bi riya axaftinê pirsgirekan çareser bike re deriye me vekirî ye. Lê heke bi darê li serê me bixin em ê jî ji deste wan darê bigirn û ji serê wan de bidin.”
Demirtaş piştî axaftina xwe ber bi pîrozbahiya Newroza Wanê derket rê. Girseya ku dixwest bi dirûşman meş li dar bixe jî li navenda sûkê rastî êrîşa bombeyên gazê û ava şid hatin.
Bûyer piştî vekişîna polîsan bi dawî bû.