Li Edeneyê polîsan êrîşî Newrozê kirin

Girseya gel a ji bo pîrozkirina Newrozê li xaçerêya Karasû li hev civiya, rastî êrîşa polîsan hat. Gel bi berxwedanê nerazîbûn nîşanî polîsan da.

Li taxa Daglioglû ya navçeya Edene Seyhanê, bi sedan kes danê sibehê ji bo pîrozkirina Newrozê li Xaçerêya Karasû li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk ên bi TOMA û maşînên zirxî dor li qadê girtibûn bi bombeya gazê û ava şid êrîş kirin. Bi sedan kesan nerazîbûn nîşanî êrîşê dan û li nava kolanan belav bûn.

Li Edeneyê, berxwedana gel a li nava kolanan dewam dike.

Li navçeya Edene Ceyhanê jî, polîsên dor li qada Newrozê girtin, êrîşî girseya gel a ber bi qadê ve dimeşiya kirin.