Demîrtaş: Zarokên berxwedanê ji qedexeyan natirsin, Dehaq ditirsin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Newroza Farqînê de bal kişand ser qedexebûyînên li ser pîrozbahiyên Newrozê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Newroza Farqînê de bal kişand ser qedexebûyînên li ser pîrozbahiyên Newrozê.
Piştî ku li Farqîna Amedê pîrozkirina Newrozê hat qedexekirin û şûnde bi tevlibûna Hevserokê Selahattîn Demîrtaş li Parka Kaniya Navîn, Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Demîrtaş axivî, da zanîn ku gelê wan di rewşek zehmet re derbas dibe û wiha got: “Lê, di nava ewqas êşan de li hemberî Dehaqak eger seknek hebe, ew tê wê wateyê ku hêviyek jî heye. Em Newrozê di rêya aştiyê de bi berxwedanê pêşwazî dikin.”
‘EM Ê DEST JI DAXWAZA AŞTİYÊ BERNEDIN’
Demîrtaş anî ziman ku roja ku ew li parlementoyê ne û heta niha ji bo aştiyê di nava hewldanê de ne û wiha dom kir: “Li cihê ku xwîn biherike û çek baxivin wê aştî pêk neyê. Eger em wekî siyasetmedaran pêwira xwe bi cih neynin, em ê kêm bimînin. Em ê dest ji daxwaza aştiyê bernedin.”
‘550 PARLEMENTER JI MECLISÊ HATINE AVÊTIN AGAHIYA WÎ NÎNE’
Demîrtaş da zanîn ku ew derbarê destnedayîna wan de ji Farqînê bang dike û wiha got: “Em ji bilî Xwedê ji ti kesî natirsin. Tirsa me gelê me û pêşeroja me ye. Di rewşek wiha de hûn me ji meclisê bavêjin çi dibe, navêjin wê çi bibe. 550 parlementer ji parlementoyê hatine avêtin agahiya wî nîne. Dibê qey meclisek heye û ew jî Serokê meclisê ye.”
‘QADÊN NEWROZÊ QADÊN KAWANAN IN’
Demîrtaş diyar kir ku qadên Newrozê qadên Kawayan in û wiha bi dawî kir: “Dehaq encax bitirsin. Ji bo ku hêviyên aştiyê çêbin hewldan tên dayîn, lê yên ku hewl didin wan dixin girtîgehan. 3 akademîsyen hatin girtin. Em gotinê mezin dikin, ew jî çek mezin dikin.”
Piştî axaftina Demîrtaş agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî pêxistina agir ku Demîrtaş ji qadê veqetiya, girse bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. Piştî girseyç dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat.