Onlu: Gel wê qedexeyan nas neke
Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu diyar kir ku qedexeyên Newrozê yên walîtiyan îlan kirine wê pêk neyeê, banga tevlîbûna pîrozbahiyan kir.
Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu diyar kir ku qedexeyên Newrozê yên walîtiyan îlan kirine wê pêk neyeê, banga tevlîbûna pîrozbahiyan kir.
Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu diyar kir ku qedexeyên Newrozê yên walîtiyan îlan kirine wê pêk neyeê, banga tevlîbûna pîrozbahiyan kir. Onlu got, “Em ê aktîvîteya xwe ya Newrozê sibehê pêk bînin” û bal kişand ku gel van qedexeyan nas nakin.
Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu diyar kir ku li Dêrsimê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê didome, di nirxandinên xwe yên ji bo ANF’ê de wiha got: “Partiyên siyasî, tevgerên kedê, tevgerên jin û ciwanan ên li Dêrsimê wê agirê Newrozê sibehê li Qada Seyîd Riza pêbixe.
Newroza 2016’an wê bi ruhê berxwedana Sûr, Cizîr û Nisêbînê bê pîrozkirin û li ser vî esasî jî pîrozbahî destpê kirin. Me wek HDP’ê pîrozbahî li hefteyekê belav kiribûn. Lê, Qesr û çeteyên AKP’ê wek çawa 8’ê Adarê rûyê xwe yê rast nîşan da, heman tiştî di bernameya 21’ê Adarê de jî da xuyakirin. Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê wê 18’ê Adarê de bê lidarxistin. Walîtiyê qedexe kir, lê ev qedexe li ber çavên gel bê wate ne û ji xwe spartekek xwe ya hiqûqî jî tineye. Gelê me wê Newrozê bi ruhê berxwedanê pîroz bike.”
Onlu got qedexe li ber çavên gel bê wate ne, wiha dewam kir: “Agirê Newrozê pêket. Em ê jî bi Hevserokê xwe yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re 18’ê Adarê li Qada Seyîd Riza pîroz bikin. Çawa gotina Seyîd Riza ya ‘em ê çokan neşkînin’ di dîrokê de hat nivîsîn, em ê jî wek Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç çokan neşkînin û Newroza xwe pîroz bikin.”
Pîrozbahiya Newrozê wê li Dêrsimê sibehê saet 11.00’an li ber Nexweşxaneya Kevn destpê bike, li Qada Seyîd Riza jî bidome. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî wê tevlî pîrozbahiyê bibe.