DBP’a Wanê: Em têkoşînê bidomînin
Li Wanê, zextên polîsan ên li ser avahiya DBP’a bajêr hat protestokirin.
Li Wanê, zextên polîsan ên li ser avahiya DBP’a bajêr hat protestokirin.
Li Wanê, zextên polîsan ên li ser avahiya DBP’a bajêr hat protestokirin.
Serdegirtina îro li ser avahiya DBP’a Wanê pêk hat bi daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî hat protestokirin. Endamê Desteya Rêveber ê Navendî yê HDP’ê Dogan Erbaş, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Rêveberên DBP’a Wanê, aktîvîstên KJA û gel tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya bajêr bûn.
Destpêkê Cîgira Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar axivî, got bi awayekî bê hiqûq ser avahiya partiyê de girtine û her wiha hevserokên wan binçav kirine. Acar got tevî hemû polîtîkayên wan ên bêzarkirinê jî wê têkoşîna xwe bidomînin.
‘ZEXT WÊ BÊ ENCAM BIMÎNIN’
Endamê Desteya Rêveber ê Navendî yê HDP’ê Dogan Erbaş bi kurtahî axivî, diyar kir ku wê hewldanên wan ên astengkirina Newrozê bê encam bimînin, got: “Hikûmet pir eşkere ye ku ji heybeta Newrozê ditirse. Zextên wisa bi salan e tên ceribandin û bê encam in.”
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî destnîşan kir ku ev zextên wisa yên li ser partiyên siyasî nayên qebûlkirin, banga hestiyariyê li gel kir.