Gotin ‘TC li Cizîrê qetlîam pêk anî’, hatin binçavkirin

7 ciwanên endamên Ciwanên Demokratên Nû ku ji bo hevalên xwe yên girtî Taylan Tûnç û Omer Ûca azadî dixwestin, li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin.

7 ciwanên endamên Ciwanên Demokratên Nû ku ji bo hevalên xwe yên girtî Taylan Tûnç û Omer Ûca azadî dixwestin, li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin. Polîsan heta daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin jî berê xwe nedan ciwanan. Dema ji ciwanên daxuyanî dixwend yekî got, “Dewleta TC li Cizîrê qetlîam pêk anî”, polîsan heft ciwan binçav kirin. Dîmengirtina rojnamevanan ji aliyê polîsan hatin astengkirin, ciwan piştî  bi deqeyan li pişt TOMA’yê hatin rawestandin,  li wesayîtên binçavkirinê hatin suwarkirin.

...