Newroz wê li gelek bajarên Elmanyayê were pîrozkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM'ê der barê pîrozbahiyên Newrozê de daxuyaniyek weşand û banga "Em bi şiyara em 'Ji Birêz Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' bi ruhê Newrozê re meşa xwe ya azadiyê mezin bikin" kir.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û êrîşên çeteyên AKP'ê yên li hemberî qadên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê û hat gotin, "Dem dema têkoşîn û berxwedana bênavber e. Eger her kes, em hemû li her cihê em lê ne, bi şev û roj, germ an jî zivistan, bi berpirsyariya xwe rabin, ev bihar wê bi rastî jî bibe bihara demokrasî û azadiyê ji bo gelê me, ji bo gelên me."
NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê li Elmanyayê û dawîanîna li krîmînalîzekirina saziyên Kurdan, Newroza 2016'an dema mezinkirina têkoşînê ye û bang li hemû gelan, bawermendan, bi taybetî jî saziyên şoreşger-demokrat ên Elmanyayî kir, ku li dora ruhê Newrozê li hev bicivin."
NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên Newrozê yên di navbera 17-26'ê Adarê de li bajarên cuda yên Elmanya werin lidarxistin, banga tevlîbûneke girseyî kir.
Plansaziya çalakiyên Newrozê yên li Elmanyayê bi vî rengî ye:
18'Ê ADARÊ - ÎN
Dûîsbûrg: Li Komeleya Dûîsbûrgê saet di 17:30 de wê resepsiyon were dayîn.
Stûttgart: Meşa bi meşaleyan
Berlîn: Meş û mîtîng
19'Ê ADARÊ - ŞEMÎ
Hannover: Pîrozbahiya navendî ya Newrozê, saet di 10:00 de li Waterlooplatzê tê lidarxistin
20'Ê ADARÊ - YEKŞEM
Bonn: Saet di 18:00 de meşa bi meşaleyan. Cihê kombûnê: Pêşiya HBF
Bîelefeld: Saet di 17:00 de meşa bi meşaleyan. Cihê kombûnê: Pêşiya HBF
Dusseldorf: Saet di 13:00 de meşa bi meşaleyan. Cihê kombûnê: Pêşiya HBF
M.Gladbach: Saet di 12:00 de meşa bi meşaleyan. Cihê kombûnê: Pêşiya HBF
Wûppertal: Saet di 18:30 de meşa bi meşaleyan. Cihê kombûnê: Pêşiya HBF
Krefeld: Saet di 18:00 de meşa bi meşaleyan. Cihê kombûnê: Pêşiya HBF
Nurnberg: Meşa bi meşaleyan
21'Ê ADARÊ - DUŞEM
Erfûrt: Li Parlamenta Eyaletê resepsiyon
Koln: Saet di 17:00 de li Dommê meşa bi meşaleyan
Freîbûrg: Meşa bi meşaleyan
Saarbrucken: Li Rathaûs Festsaalê resepsiyon
Mannheîm: Mîtîng
Darmstadt: Meşa bi meşaleyan
Russelsheîm: Resepsiyon
Heîlbronn: Meşa bi meşaleyan
22'Ê ADARÊ - SÊŞEM
Berlîn: Resepsiyona Newrozê
24'Ê ADARÊ - PÊNCŞEM
Hambûrg: Li Parlamenta Eyaletê resepsiyona Newrozê
Essen: Saet di 18:00 de şeva Newrozê ya YXK'ê
25'Ê ADARÊ - ÎN
Stûttgart: Resepsiyon
26'Ê ADARÊ - ŞEMÎ
Kaîserslaûtern: Meşa bi meşaleyan