Saddam û Erdogan li Malmo hatin şermezarkirin

Bi qasî 200 Kurdistanî, ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê û destekkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê, duh êvarê li Meydana Mollevangstorget a bajarê Malmo li hev civiyan.

Ji ber salvegera 28. a Komkujiya Helebçeyê, şehîdên komkujiyê li bajarê Swêd Malmo hatin bîranîn. Di xwepêşandanê de Saddam Huseyîn û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê fermana operasyonên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê daye hatin şermezarkirin.

Bi qasî 200 Kurdistanî, ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê û destekkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê, duh êvarê li Meydana Mollevangstorget a bajarê Malmo li hev civiyan.

Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk li vir axivîn û dan xuyakirin, ku 28 sal piştî komkujiya Helebçeyê, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd operasyonên qirkirinê dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. Qisekeran bang li Neteweyên Yekbûyî û tevahiya civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina van operasyonên qirkirinê bikevin nava tevgerê.

Elî Cizîrî li ser navê Komîteya Amadekar peyivî û bibîr xist, ku ya rejîma Saddam beriya 30 salan li Kurdan kir, îro dewleta Tirk li Kuredan dike. Cizîrî got, "Hemû dîktator di demên xwe yên dawî de serî li komkujiyan didin. Helebçe jî bi vî rengî bû. Cizîr jî bi vî rengî ye. Lê belê dîktator dema diçin li pişt xwe rûpelên reş tarî dihêlin. Erdogan wê biçe û zilm wê bi dawî bibe."

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Hesabê komkujiyan wê were pirsîn", "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...