Di doza Liceyê de daxwaza girtinê hat redkirin

Di 6. rûniştina doza têkildarî bûyera qetilkirina 16 kesên li navçeya Licê ya Amedê de daxwaza girtina bersûc Eşref Hatîpoglû hat redkirin.

Di 6. rûniştina doza têkildarî bûyera qetilkirina 16 kesên ku sala 1993’an li navçeya Licê ya Amedê, pîştî îfadeya bersûc Eşref Hatîpoglû, mexdûr û şahid hatin guhdarkirin. Heyeta dadgehê, daxwaza girtina bertsûcan red kir.

Doza têkildarî qetilkirina 16 kesan ku Mîrlîwa Bahtiyar Aydin jî di nav de ye, rûniştîna 6. a 1. Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê di rûniştina piştî nîvroyê de bi îfadeyên maxdûr û şahidan berdewam kir.

Piştî beyanên şahid û mexdûran, beyanên şahidên din ên ku îfadeyên wan li dadgehên cuda hatin girtin hatin xwendin, piştî notên hatin girtin parêzerên mexdûr û gazindan dest bi parastinê kirin. Li ser navê mexdûran parêzer  Yûnûs Mûratakan parastin kir, diyar kir ku bersûc di her îfadeyê de bûyer bi awayekî cuda anî ziman, di yekem beyana xwe de diyar kir ku çûye bajar, lê niha tam berovajî dibêje.

Piştre bersûc Eşref Hatîpoglû parastina xwe kir, îdîa kir ku di kesayetiya wî de hêzên çekdar û dewleta Tirkiyeyê lêpirsîn dikin, sûcê heyî nepejirand. Parêzerên bersûcan jî gotin hincetek di îdanameyê de nîne ku bên girtin, daxwaza girtinê red kirin.

Heyeta dadgahê, daxwaza girtina bersûcan red kir û doz taloqî 23’ê Hezîranê kir.