Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, danezana encamê ya 1. Kongreya Asayî, ku bi dirûşma "Em xwe bi xwerêveberiyê re bi rêxistin dikin, bi berxwedan re azad dibin" li Enqereyê lidar xist, eşkere kir.
Di danezanê de hat ragihandin, ku biryar hatiye dayîn ji niha û pê ve ew xwe bi rengê meclîsê birêxistin bikin û hat gotin, "Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê wê li her devera ciwan lê henen siyasetê bikin, rêyên siyasetê zêde bikin."
'EM Ê BIKIN KU LI ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ XWEDÎ LI XWERÊVEBERIYAN BÊ DERKETIN'
Di danezana encamê de işaret bi êrîşên desthilatdariya AKP-Qesrê yên ji bo şikandina berxwedanê û hat gotin, "Weke parçeyek ji berxwedana li Kurdistanê, ji bo nêrîna xwerêveberî û demokrasiya xwecihî û wekheviyê li rojavayê welêt bê nîqaşkirin û xwedî lê bê derketin, em ê bixebitin. Girankirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, weke nîşaneyeke vekirî ya tercîha şer a dewletê derdikeve pêşiya me. Di serî de Birêz Ocalan azadiya hemû girtiyên siyasî, ji bo pêkhatina aştiyeke mayînde pêwîstî ye."
'ÎSYANA JINÊ WÊ BÊ MEZINKIRIN'
Di danezanê de hat ragihandin, ku ji bo cihêkariya pozîtîf a jinan li siyasetê û her qada jiyanê, ji bo pêkhatina wekheviyê, rêxistina wan a ciwanan wê bi polîtîkayên xwe yên li qada ciwanên jin re, tevkariyeke xurt bike. Hat destnîşankirin, ku li hemberî polîtîkayên komkujiyê yên dewlet li dijî berxwedêrên jin dimeşîne, wê îsyana jinê bê mezinkirin.