Parêzerên li Elmanyayê destek dan hempîşeyên xwe yên OHD'yî

Parêzerên Kurd û demokrat ên li Elmanyayê dijîn, binçavkirina hempîşeyên xwe yên OHD'yî şermezar kirin û gotin, "Em ê li cem wan cih bigirin."

Însiyatîfa Parêzerên Kurd û Demokrat a Elmanya, li ser binçavkirina parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) li Tirkiyeyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de binçavkirina parêzeran hat şermezarkirin û hat ragihandin, ku ew serdegirtin û binçavkirina hempîşeyên xwe weke pêkanîneke kêfî ya dewletê ya li dijî qanûnên neteweyî Û navneteweyî dibînin.

'AKP'Ê LI HEMBERÎ HER KESÎ ŞER ÎLAN KIR'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku hempîşeyên wan ji ber karê xwe beriya niha hatibûn binçavkirin û Dadgeha Destûra Bingehîn biryar dabû ku mafê wan hatiye binpêkirin.

Însiyatîfê got, "Xuya ye hikûmet û serokkomarê heyî ti pîvanên hiqûqê nas nakin û bi binpêkirina van pîvanên hiqûqê re li dijî her kesên mûxalefetê li polîtîkaya fermî dikin, şer îlan kiriye."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em diyar dikin, ku di têkoşîna demokrasî û hiqûqê ya hempîşeyên xwe de em li cem hempîşeyên xwe ne û em ê bibin şopdarên doza wan."