Li girtiyên li Girtîgeha Çanakkaleyê tên ragirtin îşkenceya giran tê kirin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkaleyê tên ragirtin diyar kirin, ji ber êrîşên gardiyanên faşîst û mehkûmên faşîst ên ji ber dozên edlî girtî ne, jiyana wan ne ewle ye. Girtiyan xwestin, heyetek bi lezgînî biçe girtîgehê.

Girtiyên PKK'î û PAJK’î yên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên ragirtin, di demên dawî de mafên wan bi dijwarî tên binpêkirin. Piştî AKP'ê şerê taybet xist meriyetê zextên li ser girtiyan zêde bûn. Bi taybetî piştî girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û statuya xweseriya demokratîk bê naskirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin li ser girtiyan zext zêdetir bû. Bi çalakiya girtiyan re sirgûn, îşkence û zextên li ser girtiyan zêde bûn. Li gelek girtîgehan bi taybetî li ser girtiyên siyasî zextên li dijî mafên mirovan zêde dibin. Girtiyan naşînin nexweşxaneyê, dema dişînin nexweşxaneyê jî bi kelepçeyan dişînin. Dîsa girtiyan ji mafên wan ên ragihandinê yên wekî name, rojname, tv û hevdîtinê asteng dikin û tecrîda li ser girtiyan giran dikin. Yek ji van girtîgehên ku binpêkirina mafan zêde dibe jî Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkaleyê ye. 

Tevî ku girtiyên siyasî bi dehan caran xwestin bi rêya nameyan daxwazên xwe bînin ziman û balê bikişînin ser binpêkirina mafan jî dîsa name hatin astengkirin. Herî dawî girtiyan bi rêya malbatên xwe bal kişandin zer zextên li girtîgehê. Girtiyan bi rêya malbatan diyar kirin ku di nava şert û mercên pir giran de dijîn. Girtiyan da zanîn ku bi taybetî piştî 7'ê Hezîranê zextên li ser wan girantin bûne. 

Girtiyan destnîşan kir ku 4 girtî niha di hucreyên jêrzemînan de tên ragirtin û hucre pir tarî ne. Girtiyan anîn ziman ku hucreyên reş û tarî bêhna genî ji wan tê û rê li ber nexweşiyan vedikin. Girtiyan ragihandin, dema dixwazin koxuşan biguherin jî ev daxwaza wan li ber çavan nayê girtin. 

Girtiyan destnîşan kirin ku girtiyên edlî di odeyên jora hucreyên wan de dihêlin û wiha gotin: "Girtiyên edlî bi zanebûn kaniyên avê vekirî dihêlin. Ji ber kaniyên avê vekirî tên hiştin, hemû av diherike hucreyên me. Jor dilop dike û hemû dilop dikevin hucreyê. Girtiyên di hucreyên tenişta me de jî îskan û şûşê petê davên ser me. Tevî ku em vê yekê ji rayedaran re dibêjin jî dîsa guh nadin me.

Girtiyan dan xuyakirin ku ji ber di nava şert û mercên xerab de dimînin gelek caran nexweş dikevin û wiha pêkanîn anîn ziman: "Em dema nexweş dikevin me nabin nexweşxaneyê. Derman nadin me û me tedawî nakin. Dema me dibin nexweşxaneyê jî bi kelepçeyan me dibin û li me didin. Dema em dikevin odeyên muayineyê jî 8 -10 leşker jî li ser serê me disekinin. Dema em nerazîbûnê nîşan didin jî em dikevin ber lêpirsînê. Dema xizm û malbat tên ziyareta me destûr nadin ku em hev hembêz bikin û temasî hev bikin. Di hêjmarê de jî dixwazin wêneyên me bikişînin û me bijmêrin. 

Di nava xwarinê de plastîk, bizmar, kevir û gelek tişt ji nava xwarinê derdikevin. Em nikarin xwarinê ji derve jî bixwazin. Zorê li me dikin ku em ji kantînê bistînin. 

Girtiyan herî dawî destnîşan kirin ku ji ber pêkanînên li ser wan tên meşandin ewlehiya wan tine û bi fikar in. Girtiyan ji parazvanên mafên mirovan xwest ku bi lezgîn heyetên serbixwe bişînin girtîgehê û lêkolînan bikin.