Li Şirnexê şerên dijwar

Êrîşên çeteyên Qesrê yên bi tank û topan yên li hember taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê giran dibin, li taxê şerên dijwar pêk tên.

Êrîşên çeteyên Qesrê yên bi tank û topan yên li hember taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê giran dibin, li taxê şerên dijwar pêk tên.

Şerên ku li Taxa Yeşîlyûr a Şirnexê di tevahiya rojê berdewam kir di saetên şevê de dijwar bûn. êrîşên top û tankan ên li hember taxan didomin, li taxê teqînekî dijwar pêk hat. Li gorî agahiyên ji welatiyên taxê hatin girtin diyar kirin ku çeteyên Qesrê yên li 23. Fermandariya Tumen a Sînor a Jendermeyan xwestin bikevin taxan, di navbera hêzên YPS û YPS-Jin de şerên dijwar rû dan. Têkildarî kuştî û birîndarên şer hê agahî nehatine girtin.

Jiyana gelek welatiyên ku li taxên di bin êrîşên tank û topan de di xeteriyê de ne.