Akademîsyên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
Ji akademîsyenên danezana “em nabin hevkarê vî sûcî” îmze kirin, Alikar Doç.Dr. Muzaffer Kaya, Alikar Doç.Dr. Esra Mungan û Doç.Dr. Kivanç Ersoy bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.
Ji akademîsyenên danezana “em nabin hevkarê vî sûcî” îmze kirin, Alikar Doç.Dr. Muzaffer Kaya, Alikar Doç.Dr. Esra Mungan û Doç.Dr. Kivanç Ersoy bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.
Li hember êrîşên dewleta Tirk yên li Kurdistanê akademîsyenên ku danezana bi navê “em nabin hevkarê vî sûcî” îmze kirin bûne hedefa Serokkomarê Tirk Erdogan. Ji wan Akademîsyenan Alikar Doç.Dr. Muzaffer Kaya, Alikar Doç.Dr. Esra Mungan û Doç. Dr. Kivanç Ersoy duh hatin binçavkirin û îro jî piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.