'Qertên zer' ên çapemeniyê yên xebatkarên Ozgur Gundemê hatin betalkirin

Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Çapemenî Weşanê ya Serokwezaretiyê (BYEGM), 'qertên zer' ên çapemeniyê yên xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê betal kir.

Piştî ku rojnameya Sabahê duh nûçeya manşetê ya Ozgur Gundemê ya bi serenavê "Dengê lingê Newrozê" mîna ku eleqeya xwe bi êrîşa li Enqereyê re heye nîşan da, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, têkildarî rojnameyê yekser bi îdîaya "propaganda rêxistinê" lêpirsîn vekir. Li dû vê lêpirsînê 1. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê biryara berhevkirina hejmara duh a rojnameyê da.

Ev zextên li hemberî rojnameya Ozgur Gundemê îro jî dewam kir. Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Çapemenî Weşanê ya Serokwezaretiyê (BYEGM), 'qertên zer' ên çapemeniyê yên xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê betal kir.

Li gorî biryarê, bi rêya telefonê mesaj ji xebatkarên rojnameyê re hat şandin û tê de hat gotin "Qerta we ya çapemeniyê ya bi hejmara ....., ji ber ku li BKY nayê, hatiye betalkirin. Ji kerema xwe re betal bikin û qerta xwe radestî Midûriyeta Bajêr bikin."