Li Stenbol û Osmaniyeyê operasyonên qirkirina siyasî
Li Stenbol û Osmaniyeyê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbol û Osmaniyeyê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.
AKP êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd bi her awayî dewam dike. Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Stenbol û Osmaniyeyê de herî kêm 9 kes îro hatin binçavkirin.
Li navçeya Stenbol Gazîosmanpaşayê, polîsan avêtin ser gelek malên li taxên Karadenîz û Karayollari. Di serdegirtinan de 4 jê ciwan 7 kesên di navbera 16-18 salî de hatin binçavkirin.
Cîhan Înce, Ferhat Înce, Mûsa Işik, Ozcan Çelîk, Mûstafa Baran, Firat Demîr û Tolga Poyraz ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
OSMANIYE
Yekîneyên polisan serê sibê li taxên Yûnûs Emre û Mîmar Sînan ên Osmaniyeyê bi ser malên endamên HDP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtin û lêgerîna malan de endamê HDP'ê Nûrettîn Taşdemîr û Tahîr Eye binçav kirin. Endamên HDP'ê yên sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Osmaniyeyê.