Kurdan li Brukselê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Kurdan li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê li paytexta Belçîka Brukselê dest bi çalakiya kon kirin. Çalakiya kon bi daxuyaniya çapemeniyê destpê kir.

Kurdan li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê li paytexta Belçîka Brukselê dest bi çalakiya kon kirin. Çalakiya kon bi daxuyaniya çapemeniyê destpê kir. Li vir Hevserokê KONGRA- GEL Kartal axivî, got: “Em ji bo protestokirina bêdengiya YE ya li hember qetlîamên dewleta Tirk li vir in.”

Ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê 22’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya protestoyê hatibû destpêkirin, ev niha li Brukselê didome. Kurdên li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), Konseya Ewropa (KE) û Navenda Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) domahiya 20 rojan çalakiya kon li dar xistin, ji îro û şûn de çalakiya xwe li ber Konseya Ewropa (KE) û Parlamentoya Ewropa (PE) ya li Brukselê dan destpêkirin. Kurd ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rawestandina qetlîamên li Bakurê Kurdistanê daxwaza liv û tevgerê ji saziyên Ewropa dike. Çalakiya kon a bi tevlîbûna bi sedan Kurdên ji bajarên cuda hatin bi daxuyaniya çapemeniyê destpê kir. Hevseroka KCD-E Dilşah Osman, hevserokê berê yê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, Serokê PJAK’ê Haci Ahmedî û Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal daxuyanî dan.  Di daxuyaniya de bêdengiya saziyên Ewropa hat rexnekirin, heta encamgirtinê biryardariya çalakiyan hate ziman.

‘DIVÊ GELÊ ME LI HER DERÊ DI NAV ÇALAKIYAN DE BE’

Destpêkê Hevseroka KCD-E Dilşah Osman axivî, bal kişand ku êrîşên hikûmeta AKP’ê ya li hember Kurdan ne tenê li ser Bakurê Kurdistanê, li ser tevahî Rojhilata Navîn e, got: “Qetlîamên li Bakurê Kurdistanê jî destnîşana vê ye. Piştevaniya bi çeteyên Rojava têrê nake, îro jî li Bakurê Kurdistanê mirovên sivîl qetil dike. Li Başûrê Kurdistanê jî di nav hewldanên şerê birakujiyê de ye.” Osman diyar kir ku wek Kurd wê li hember van êrîşana di nav têkoşînê de bin, wiha dewam kir: “Em jî wek gelê Kurd em li dijî qetlîamên dewleta Tirk têbikoşin. Tiştê ku em ji Yekîtiya Ewropa jî dixwazin li hember van qetlîaman derketine. Gelê me yê li Ewropa dijî divê li her derê di nav çalakiyan de bin. Êrîş tenê bi vî awayî dikarin bên şkandin.”

 ‘HETA ENCAMGIRTINÊ EM LI VIR IN’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî bi bîr xist ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li ser gelê Kurd qetlîaman pêk tîne, wiha got: “Îro bajarên Kurdan dişibe bajarên Sûriyeyê. Tevahî vegeriyane xirbeyan, hilweşiyan e. Li hember Kurdan şerekî bê hiqûq û kirêt dimeşe. Lê, welatên Ewropa û cîhanê li hember van bêdeng in. Em wek nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropa ji bo protestokirina qetlîaman me li ber Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropa dest bi çalakiyê kiriye. Ji bo gelê Kurd destpêkê li Strasbourgê çalakiya rûniştinê destpê kir. Îro jî em li Brukselê ne, heta em dengê xwe bi saziyên Ewropa bidin guhdarkirin em li vir in. Îro em bazarên penaberan ên di navbera YE û dewleta Tirk de jî protesto dikin. Em daxwaz dikin ku Yekîtiya Ewropa pîvanên demokrasî û azadiyê esas bigire.”

‘EWROPA Û NATO BÊDENG E’

Serokê berê yê PJAK’ê Haci Ahmedî  diyar kir ku tevahî cîhan bi faşîzma DAIŞ’ê re rû bi rû ye, gelê Kurd li qadek nêzî hezar kîlometreyî li dijî vê faşîzmê têkoşîna azadiyê dimeşîne. Ahmedî destnîşan kir ku YE û NATO piştgiriyek têrker nade vê têkoşîna mirovahiyê ya Kurd dimeşînin, got: “Hikûmeta Tirkiyeyê jî parçeyekî ji DAIŞ’ê ye. Îro hikûmeta AKP’ê li Rojava û Bakurê Kurdistanê li hember Kurda şer dike. Ji ber serketina Kurdan a li dijî DAIŞ’ê hezm nake. Divê welatên Ewropa vê bibîne. Li hember van qetlîamên hikûmeta AKP’ê bêdeng nemîne.”

...