Li Brukselê çalakiya kon a li dijî komkujî û tecrîdê dewam dike
Kurdan li Brukselê li dijî komkujiyên li Kurdistanê kon vedan. Endamê Komîteya Amadekar a Çalakiyê Xebat Ocalan ji Ewropayê xwest bikeve nava tevgerê û diyar kir, ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
ANF
BRUKSEL
çarşem, 16 adarê 2016, 14:30
Çalakiya protestoyî ya di 22'ê Sibatê de li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê destpê kir, li Brukselê dewam dike. Kurdên ku bi tevlîbûna bi sedan kesî 20 rojan li ber avahiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kon vedan û çalakî lidar xistin, ji duh ve li ber avahiyên Komîsyona Ewropa û Parlamenta Ewropa yên li paytexta Belçîka Brukselê heman çalakiyê didomînin.
Çalakî bi dirûşma "Bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û komkujiyên li Kurdistanê yên li hemberî sivîlan bên sekinandin" tê lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar a çalakiyê Xebat Ocalan di axaftina xwe ya li vir de bêdengiya dewletên Ewropayê rexne kir û anî ziman, ku heta daxwazên wan bi cih werin anîn, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
'DIVÊ DEWLETÊN EWROPAYÊ DERHAL BIKEVIN NAVA TEVGERÊ'
Xebat Ocalan bibîr xist, ku dewleta Tirk li Kurdistanê komkujiyeke mezin dike û got, "Gelek bajar xera kirin. Jin zarok, kî ket ber qetil kir, qetil dike. Dewlet û saziyên Ewropayê li pêşberî van komkujiyên dewleta Tirk bêdeng in. Li gorî me, ew dikarin pêkanînên li hemberî Tirkiyeyê bixin rojevê. Lê nakin. Kurd ji vê aciz in. Wekî din li ser Rêberê me tecrîdeke mezin heye. Ev saleke ti têkilî pê re nayê danîn. Gelê me vê qebûl nake. Em dixwazin dewletên Ewropayê derhal bikevin nava tevgerê. Ji ber vê yekê, li dijî komkujiyan û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê me, me îro li vir kon vedan û dest bi çalakiyê kirin."
Xebat Ocalan got, "Dewleta Tirk bi bombeyan re bajaran hildiweşîne, mirovên me bi gazê qetil dike. Li hemberî vê yekê me li Strasboûrgê di 22'ê Sibatê de dest bi çalakiyê kirin û em vê çalakiya xwe niha li Brukselê didomînin. Hem li binê kon, hem jî li nava saziyên Ewropayê xebatên me dewam dikin."
'DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN'
Ocalan nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropayê da û got, "Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye. Têkiliya di navbera Parlamenta Ewropayê û Tirkiyeyê de baş e. Bi taybetî têkiliyên Elmanyayê bi Tirkiyeyê re gelekî baş e. Tevî ku dewleta Tirk li Kurdistanê komkujiyan dike jî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bi Tirkiyeyê re têkiliyê datîne. Dewleta Tirk destekê ji Ewropayê dibîne. Lewma em welatên Ewropayê hişyar dikin: Tirkiye ya ku di şîdetê de sînoran nas nake û Kurdan qetil dike, destekê we werdigire. Ji bo dawî vê rewşê bînin, divê zextê li Tirkiyeyê bikin. Pêwîste komkujî û tecrîda li ser Rêberê me derhal bên bidawîkirin. Pêwîste dewletên Ewropayê nebin hevparê sûcê Tirkiye dike. Divê welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê zextê li Tirkiyeyê bikin."
'KURDÊN LI EWROPAYÊ WÊ BI BERPIRSYARIYA XWE RABIN'
Endamê Komîteya Amadekar Xebat Ocalan da xuyakirin, ku weke Kurdên li Ewropayê ne tenê li Brukselê li gelek navendan ew çalakiyan lidar dixin û got, "Gelê me yê li Ewropayê dijî bi salan e li Ewropayê têkoşîneke mezin dimeşîne. Ji niha û pê ve jî wê vê têkoşîna xwe bidomîne. Ji ber ku yên li wir tên qetilkirin xizmên wan e. Çawa ku heta niha bi berpirsyariya xwe rabûn, wê ji niha û pê ve jî bi heman berpirsyariyê rabin."