Li Belçîka di serdegirtinên malan ên li hember DAÎŞ’ê de şer derket
Hat ragihandin ku li paytexta Belçîka Brukselê di dema serdgirtina malekê ya li hember DAÎŞ’ê de şer derket. Di bûyerê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li paytexta Belçîka Brukselê di dema serdgirtina malekê ya li hember DAÎŞ’ê de şer derket. Di bûyerê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatin girtin polîsên Belçîka bi ser malekê ya li semta Forest a Brukselê de girtin. Di operasyona li hember endamên DAÎŞ’ê yên girêdana wan bi êrîşa li Parîsê ya sala borî heye de şer derket.
Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 3 polîs birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa yek ji polîsan jî giran e.
Çapemeniya Belçîka nivîsandin ku di mala polîsan avêtine ser de 2 mêr hene û ji bo dîl bigirin hewldanên îqnakirinê didomin.