Amadekarên HDK, HDP, KCD, DBP û KJA yên ji bo Newroza 2016'an dewam dikin. Hikûmeta AKP'ê jî dest bi qedexekirina pîrozbahiyan kir. Pîrozbahiyên Newrozê yên li Bûrsa, Riha û Colemêrgê hatin qedexekirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma "Newroza Berxwedanê" xwe ji bo Newroza îsal amade dike. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît beriya Newrozê ji ANF'ê re axivî.
Kiliç Koçyîgît diyar kir, li dû 7'ê Hezîranê desthilatdariya AKP/Qesrê rejîmeke şer li ser gelan ferz kiriye, welat di nava rewşeke darbeyê de ye û got, "Pêwîste rêyek bê dîtin ji bo derketina ji nava vî şerî. Em di wê baweriyê de ne ku ev rê jî bi pêvajoya Newrozê re dikare derket holê."
'BI BERXWEDANÊ RE EM DIKARINI VÊ PÊVAJOYÊ BIGUHERÎNIN'
Kiliç Koçyîgît da zanîn, bi têkoşîneke hevpar re gel dikarin xwe ji polîtîkayên komkujiyê rizgar bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi berxwedanê re em dikarin vê pêvajoyê biguherînin. Em dikarin ber bi aştî, wekhevî û biratiyê ve bibin. Di vî warî de Newroz gelekî girîng e. Bi taybetî, li dijî polîtîkayên zext, çavtirsandin, girtin û binçavkirinê, girîng e hemû gelên Tirkiyeyê di Newrozê de vîna xwe ya aştiyê nîşan bidin. Em ê bi vê bîr û baweriyê re li qadan bin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me jî wê bi vê hêviyê re li qadan be."
Kiliç Koçyîgît diyar kir, komîteyên amadekar ên li bajaran hatine avakirin, ji bo wergirtina destûrê serî li walîtiyan dane û got, "Pêwîste feraseta qedexeker careke din dernekeve holê. Divê Newroza îsal mîna yên beriya xwe bi awayekî girseyî bê pêşwazîkirin. Lê li cihên bê qedexekirin jî wê gelê me xwedî li Newrozê derkeve."
'NEWROZ DIKARE BIBE DESTPÊKA VEGERA JI ŞÎDETÊ'
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser komkujiyên ji 7'ê Hezîranê û vir ve diqewimin û got, "Newrozeke aştiyane û bi heybet, ji bo vegere ji vê rewşa şîdetê, dikare bibe destpêka pêvajoyekê. Armanca me ev e. Xwedîderketina gelê me lşi Newrozê wê were wateya xwedîderketina li aştî, biratî û vîna jiyana bi hev re. Li her devera welêt her roj bombe tên teqandin. Em dibînin ku her yek ji van bombeyan rê li ber travmayên civakî vedike û gelan ji hev dûr dixîne. Beşeke civakî heye ku hewl tê dayîn bi şîdetê teslîm were girtin. Ji 7'ê Hezîranê û vir ve me gelek êş kişand. Newroz dikare bibe roja parvekirina van êşan û bilêvkirina daxwazên ji bo dubarenebûna van êşan be. Em ê bi vê armancê dakevin qadan."
Kiliç Koçyîgît da xuyakirin, ku ew ê Newrozê di heman demê de li gorî rastiya xwe ya dîrokî pîroz bikin û got, "Li Tirkiyeya sala 2016'an, em ê bi şiyara 'Berxwedana li dijî Dehaqên hemdem' li qadan bin."
Kiliç Koçyîgît herî dawî cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir û xwest bibe wesîleya aştî û azadiyê.