Fezlekeyên 8 parlamenterên HDP'ê şandin meclîsê
Fezlekeyên ku der barê parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Aycan Îrmez, Çaglar Demîrel, Îmam Taşçier, Feleknas Uca, Adem Geverî û Gulser Yildirim de hatin amadekirin şandin meclîsê.
Fezlekeyên ku der barê parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Aycan Îrmez, Çaglar Demîrel, Îmam Taşçier, Feleknas Uca, Adem Geverî û Gulser Yildirim de hatin amadekirin şandin meclîsê.
Piştî ku Serokomar Tayyîp Erdogan der barê destnedayînên parlamenterên HDP'ê de daxuyaniya "Ez bang li meclîsê dikim peywira xwe bi cih bînin" fezlekeyên ku der barê parlamenterê HDP'ê de hatine amadekirin tên meclîsê. Rojên barî fezlekeyên ku der barê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Fîgen yuksekdag, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu û parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder de hatibûn amadekirin hatibû meclîsê niha jî 8 fezlekeyên nû hate meclîsê. Der barê parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Aycan Îrmez, Çaglar Demîrel, Îmam Taşçier, Feleknas Uca, Adem Geverî û Gulser Yildirim de fezlekeyên ku hatine amadekirin hate meclîsê.
Piştî ku nîqaşên destnedayînan hatibû rojevê Serokwezîr Ahmet davutoglu gotibû ku wê piştî hevdîtinên butçeyê wê bînin rojeva meclîsê.