Li Bûrsa, Sakarya û Mêrsînê 13 kes hatin girtin

Li Bûrsayê 8 xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê yên di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, hatin girtin. Li Sakaryayê Dogan Yoyler, li Mersînê jî 4 kes hatin girtin.

Li Bûrsayê 8 xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê yên di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, hatin girtin. Li Sakaryayê Dogan Yoyler, li Mersînê jî 4 kes hatin girtin.

BÛRSA

Li navenda Bûrsayê duh danê sibehê di encama operasyonên qirkirinên siyasî de xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê Fecrî Aydemîr, Ayten Ermîş, Orhan Oral, Delîl Suvarîogûllari, Şahîn Emînoglû, Melek Demîrkaya, Bariş Kanat, Pervîn Igircik hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsînên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” û “muxalefa civîn û meşa xwepêşendanê kirine” ji bo her 8 xwendekaran jî biryara girtinê da.

SAKARYA

Li Taxa Gazîpaşa ya girêdayî navçeya Sapanca ya Sakaryayê di serdegirtinên danê sibehê yê ji aliyê polîsên şaxa TEM’ê de Dogan Yoyler hate binçavkirin. Yoyler li dadgehê bi hinceta parvekirinên li ser tevna civakî bi îdîayên “propagandaya rêxistinê kiriye” û “heqaret li serokkomar kiriye” hat girtin.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de xebatkarê çapemeniyê yê Şaredariya Akdenîzê Abdûllah Ozkilavûz jî tê de di 14'ê Adarê de 14 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karên li midûriyeta polîsan îro ew sewqî dadgehê kirin. Ji 14 kesan 7 jê piştî îfadegirtinên li dozgeriyê serbest hatin berdan, 7 kes jî bi îdîayên "Maddeyên teqemeniyê li gel wan e" û "Endamên rêxistinê ne" sewqî Dadgehe Lêpirsînê kirin. Ji kesên sewqî dadgehê kirin 4 jê serbest hatin berdan. Ji van kesan Abdûllah Ozkilavûz, Emîn Kaya û Davûr Taş hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê. 

Endamên ESP'ê Ekîn Baran Taştan û Ozgur Baykara yên duh êvarî dema afîşên Newrozê dadilqandin hatibûn binçavkirin, piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê kirin. Taştan û Baykara yê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kirine" sewqî dadgehê kirin, bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan. 

Serdar Mûtlû yê duh li Zanîngeha Mêrsînê hat binçavkirin, piştî îfadegirtinên li dozgeriyê ji aliyê heyeta dadgehê ve hat girtin.