Penaberê Sûriyeyî: Leşkerên Tirk keça min qetil kirin

Penaberê Sûriyeyî yê serlêdana penaberiyê li Swêdê kir Mohammed Abboûd, ji medya Swêdê re ragihand ku keça wî ya 17 salî, dema hewl dida ji sînor derbas bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin.

Penaberê Sûriyeyî yê serlêdana penaberiyê li Swêdê kir Mohammed Abboûd, ji medya Swêdê re ragihand ku keça wî ya 17 salî, dema hewl dida ji sînor derbas bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin.

Mohammed Abboûd, piştî ku tamîrxaneya wî ya wesayîtan a li başûrê Şamê hat bombekirin, biryar da ku tevî keça xwe Sûriyeyê biterikîne û di ser Tirkiyeyê re derbasî Swêdê bibe û li cem kurê xwe bi cih bibin.

Abboûd ji bo bi keça xwe re derbasî Tirkiyeyê bibe bertîl da bazirganên mirovan û leşkerên Tirk. Lê belê tevî vê yekê jî, dema derbasî nava Tirkiyeyê dibûn, leşkerên Tirk êrîşî wan kirin û keça wî ya 17 salî di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest da.

YEKSER GULE LI ME REŞANDIN

Abboûd diyar kir, ew par di 3'ê Tebaxê de tevlî komeke biçûk hewl didan derbasî nava Tirkiyeyê bibin, lê leşkerên Tirk yekser gule li wan reşandine.

Abboûd got, "Piştî ku ez hinekî bi pêş de çûm, min dît ku keça min bi devkî veketiye. Min ew zîvirand. Min bang lê kirin: Raghad, Raghad. Her dera bedena wê bi xwînê sor bûbû. Du gule berdabûn sînga wê. Keçeke bedew a dilpak bû. Gelekî bandor li jiyana min kir. Ji niha û pê ve jî wê bandora wê li ser jiyana min her hebe. Her sibeh ez lê difikirim û digirîm."

Abboûd ku keça xwe li ser sînor veşart û bi keviran ser wê girt, hat Swêdê cem zarokên xwe. Abboûd da xuyakirin, ku ew fêm nake çima Yekîtiya Ewropa ji bo pêşîgirtina li penaberan bi dewleta Tirk re li hev dike û got, "Ez ji wan bawer nakim. Bi wan re rehm nîne. Yekser gule li me reşandin. Bi zanebûn gule berdan me. Hesabên Tirkiyeyê hene û dixwaze Yekîtiya Ewropayê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne."