Cîhaner da xuyakirin, ku AKP Tirkiyeyê ber bi kaos û karesatê ve dibe û diyar kir, ji daxwaza îstifakirina hikûmetê wêdetir ya divê niha bê xwestin, guhertina polîtîkayên rê li ber pirsgirêkan vedike ye.
Parlamenterê CHP'ê Îlhan Cîhaner ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku êrîşên li hemberî sivîlên bêguneh ji ku tê bila were, nayê qebûlkirin. Cîhaner da xuyakirin, ku di vir de pirsgirêka esasî ew e, ku Tirkiye ketiye nava kaosê û bûye ku nema karibe bê birêvebirin.
Cîhaner destnîşan kir, ku di rewşeke can û malê gel ne ewle ye de, pêwîste hikûmet û Serokkomar îstifa bikin, her wiha hesabê bidin dadgeriyê û got, "Ne diyar e ku polîtîkayên ewlekariyê çiqas di bin kontrola Qesrê de ye, çiqas di bin kontrola hikûmetê de ye."
Cîhaner da zanîn, di rewşa heyî de ya divê bê xwestin, guhertina polîtîkayên rê li ber pirsgirêkan vedike ye û ragihand, ji bo vê jî divê polîtîkayên aştiyane û çareseriyê hem li hundir hem jî li derve bikevin meriyetê. Cîhaner got, "Eger hûn şerê li Sûriyeyê ewçend sor bikin, her hûn bi rêxistinbûyînên mîna DAIŞ, El Nûsra re di nava têkiliyeke ewçend xurt de bin, çalakiyên terorîst jî wê li hemberî we bê kirin. Yan jî eger hûn pirsgirêka Kurd a li nava welatê xwe çareser nekin, şerê li derveyî sînor wê bandorê li we jî bike." Cîhaner diyar kir, polîtîkayên hundir û navxweyî yên li Tirkiyeyê têk çûne û hişyarî da ku ev rêveçûn, karesaet e. Cîhaner destnîşan kir, divê rêya aştiyane ji nû ve bê avakirin.
'PIRSGIRÊKA KURD BI POLÎTÎKAYÊN EWLEKARÎPARÊZ RE ÇARESER NABE'
Cîhaner bal kişand ser daxuyaniya Serokkomarê Tirk Erdogan ê piştî êrîşa bombeyî ya li Enqereyê gotibû "Divê teror ji nû ve were pênasekirin" û da xuyakirin ku polîtîkayên ewlekarîparêz ên gelek caran hatine meşandin, pirsgirêkê kûrtir dike.
Cîhaner bibîr xist ku bi vê zîhniyetê re gund hatine valakirin, di salên 1990'î de bi biryara Desteya Ewlekariya Milî (MGK) re hin înfaz hatin kirin û destnîşan kir, ku van hemûyan pirsgirêka Kurd kûrtir kir.
Cîhaner daxuyaniya Erdogan şiband axaftina Hîtler a piştî şewata li Reîchstag (Parlamenta Elman) a beriya 2. Şerê Cîhanê û got, "Hîtler ji bo qanûnên zext û zordariyê rewa bike gotibû 'êdî tehemûla me nemaye'. Di vir de ya ku tê xwestin bê kirin; krîmînalîzekirina akademîsyen, nivîskar û rojnamevanan e ku ji bilî pênûsa xwe tiştekî wan nîne."
Parlamenterê CHP'ê Îlhan Cîhaner herî dawî diyar kir, ku divê pêşî li vê rêveçûnê were girtin û got, "Çareya bi tenê, rêya aştî û çareseriyê ye."