Şehîdên Helebçeyê li gelek bajaran hatin bîranîn

Bi wesîleya 16'ê Adarê salvegera komkujiyên Helebçe û Beyazitê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û şehîd hatin bîranîn.

Bi wesîleya 16'ê Adarê salvegera komkujiyên Helebçe û Beyazitê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û şehîd hatin bîranîn.

MERSÎN

Pêkhateyên HDK'ê yên Mersînê li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî dan çapemeniyê dayîn. Di çalakiyê de pankarta "Qatlîama Helebçeyê sûcê mirovahiyê ye. Wê neyê jibîrkirin" hate vekirin. Hevberdevka HDK'ê ya Mersînê Sevgî Aktaş di daxuyaniyê de axivî û got: "Îro çawa li Cizîrê û Sûrê li hemberî qatlîaman cihan bêdeng dimîne li dijî qatlîama Helebçeyê jî bêdeng ma." Aktaş bilêv kir ku lîstika ku îro li Cizîr û Sûrê pêk tê beriya salan li Helebçeyê bi piştgiriya hêzên nevneteweyî ve pêk hat û wiha got: "Yên ku wekî Saddam qetilkirina gelê kurd ji xwe re kirin armanc, nikarin daxwazên aştiyê biçewisînin. Wê aqûbeta dîktatoran bijîn."

EDENE

Gelek kesên ku di nav de rêveberên HDP, HDK û KJA'yê jî hene li Parka Înonuyê hatin cem hev û daxuyanî dan. Rêveberê HDP'ê Bayî Çagri axivî û diyar kir ku qatlîama Helebçeyê di mejiyê mirovan de şopên mezin hiştine û cihan li hemberî vî qatlîamê bêdeng maye temaşe kiriye. Çagri got ku polîtîkayên îmhayê yên ku li Helebçeyê ji aliyê Saddam ve pêk hat îro jî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê li dijî gelê Kurd tê kirin. 

HATAY 

Li ber avahiya HDP'ê ya Skenderûnê daxuyanî hate dayîn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê yê Skenderûnê Tûran Bîlgîn anî ziman ku li ser qetlîama Helebçeyê ku yek ji trajediya herî mezin a cihanê ye 28 sal derbas bû lê şopên qetlîamê hê jî tê jiyîn. Bîlgîn got ku ji qatlîama Helepçeyê heta niha zilm û qatlîam zêdetir bûye û wiha axivî: "Li Rojhilata Navîn DAIŞ û çeteyên din qatlîamên ku li Kobanê û Şengalê pêk tînin îro li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Şirnex û Geverê ji aliyê dewletê ve tê kirin."

Li navçeya Dortyolê jî li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de wêneyên qatlîamê hatin hilgirtin. Hevserokê HDP'ê yê Dortyolê Halîl Baybarîz axivî û diyar kir ku qatlîama Helepçeyê wekî lekeyeke reş derbasî dîrokê bûye.

ANTALYA

Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê ji bo bîranîna kesên di qetlîama Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dane xwest meşekî lidar bixin. Polîsan xwendekaran asteng kirin lê ji ber ku xwendekaran israr kirin rastî êrîşa bi gaza îsotê û copan hatin. Hate hinbûn ku di êrîşa polîsan de 5 xwendekar hatin binçavkirin. 

ÎDIR

Li ber avahiya DBP'ê daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman axivî û diyar kir ku bi qetlîaman bersivê didin daxwazên kurdan, îro jî hikûmeta AKP'ê bi qetlîaman bersivê didin daxwaza kurdan a azadî û wekheviyê. Adiyaman destnîşan kir ku Helebçe îro li Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Gever, Farqîn û Sûrê AKP heman ferasetê dubare dike, mirovên me tên qetilkirin. Adiyaman wiha got: "Pirsgirêka kurd bi şîdet û pêkûtiyan ve nayê çareserkirin. Wekî di pêvajoya çareseriyê de divê bi riyêr demokratîk çareser bike. Bi vî rengî berdewamkirin gelan ji hev dur dixe." 

ÊLIH

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Êlihê û saziyên civaka sivîl ên Êlihê bi boneya bîranîna şehîdên Helebçeyê bernameyeke bîranînê bi daxuyaniya çapemeniyê, nîşandana pêşengeh û sînevziyonê li darxistin. Bîranîn bi daxuyaniya çapemeniyê destpêkir û ev çalakî li ber Sînemeya Yilmaz Guney hate li darxistin. Di bîranînê de parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel, rêveberên DBP, HDP, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em Helepçeyan ji bîr nakin” li ber derê Sînemeya Yilmaz Guney hate daliqandin. 

'ÎRO CIZÎR Û SÛR HELEBÇE NE'

Di bîranînê de ewil parlementerê HDP’ê Mehmet Alî Aslan axivî û destnîşan kir ku wahşeta li Helepçeyê hate jiyandin îro li Cizîr û Sûrê tê jiyîn û wiha got: “Li bajarên Kurdîstanê em bi dîmenên Helepçeyek nû re rû bi rû ne. Ev dîmen Helepçeyê li paş xwe dihêle. Ji Helepçeyê û vir ve gelên Kurdîstanê bi dehan qetliyam û Helepçeyan jiyan kir. Em hêj Helepçeyan dijîn. Çawa ku xwedê birîna Helebçeyê li cem wan nehişt, em bi bawerin ku dê xwedê hesabê van komkujiyan li cem wan kesên dikin nehêle. Dê cezayê qetilkirina mirovan bikişînin.” 

Piştî Aslan, Hevseroka HDP’a Êlihê Rojda Surucu jî daxuyanî xwend û di serî de Helebçe û bi dehan komkujiyên li ser gelê kurd hatine meşandin û tên meşandin bibîr xist û wiha got: “Helepçe bîra dîrokê ye, berxwedan e, qîrîn e û hezkirina azadiyê ye. Yên ku duh Helebçe kirin îro jî li Sûr û Cizîrê li ser kar in. Em komkujiya Helepçe û yên Bakûrê Kurdîstanê şermezar dikin.” 

Piştî axaftinan welatiyan û rêveberan pêşengeha bi navê “Helebçe, Cizîr û Sûr” serdan kirin û pişt re jî li Salona Sînameya Yilmaz Guney sînevziyona ji bo bîranîna Helebçe hatibû amadekirin temaşekirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiyayê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hate dayîn û qetlîam hate şermezarkirin. Di çalakiyê de pankarta "Me Helebçe ji bîr nekiriye, em ji bîr nakin" hate vekirin. Hevserokê HDP'ê yê Silopiyayê Mehmet Yildizgorer axivî û anî ziman ku weke qetlîama Helebçeyê îro li Cizîr, Sûrê gelek bajarên Kurdistanê bi destê hikûmeta AKP'ê ve komkujî tê kirin.